حركة المجتمع الديمقراطي

‘Hevgirtin û birêxistinbûn bersiva hemû êrîşan e‘

695

Helbestvana Kurd Şêraz Hemo diyar kir ku pergalên kapîtalîst di êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê de di serî de jinan dikin hedef, li hemberî van êrîşan divê jin hevgirtinê xwe xurt bikin.

Helbestvana Kurd Şêraz Hemo destnîşan kir ku pergalên desthilatdar û hêzên kapîtalîst û di serî de jî dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê beriya her tiştî jî jinan dikin hedefa xwe.

Şêraz Hemo got ku her çend gelê Kurd li hemberî êrîşên dijber têkoşîna xwe ya daxwaza mafan mezin dike, hêzên dijber jî li beramberî wê êrîşên binpêkirinên xwe zêde dikin. Şêraz destnîşan kir ku dijminên gelan di serî de jî dewleta Tirk li dijî gelê Kurd komployan dike û bi hemû rêbazan hewl dide dîrok û çanda Kurdî ji holê rake û anî ziman ku divê gelê Kurd li hemberî van komployan hişyar be û piştgiriya projeya demokratîk bike.

Şêraz di nava axaftina xwe de îşaret pê kir ku di êrîşan de herî zêde jin dibin qurbanî û wiha got: “Ji ber jin hêza sereke ya civakê ye, ew jî ji bo tunekirina civakê destpêkê jinan dikin hedef.”

Helbestvana Kurd li hemberî êrîşên bi armanca têkbirina îradeya jinan bang li jinan kir ku hevgirtin û birêxistinbûna xwe li gorî pêvajoyê xurt bikin.

Şêraz Hemo rola rewşenbîran di vê pêvajoyê de anî ziman û wiha pê de çû: “Kurdistan di pêvajoyeke çarenûsî û hestiyar re derbas dibe, divê em giraniya vê pêvajoyê nas bikin. Ji bo wê divê jinên rewşenbîr jî li gorî têgihaştîbûna rewşê bin û rewşê analîz bikin. Ji ber ku beriya her tiştî ev erkeke niştîmanî ye.”