حركة المجتمع الديمقراطي

15’ê Tebaxê li ba welatiyên Minbicê rojeke ciyawaz e

655

Welatiyên bajarê Minbicê 15’ê Tebaxê wek rojeke ciyawaz dibînin. Ev roj li ba welatiyan dîrokî ye û di vê rojê de rizgarkirina bajarê Minbicê ji destên terorîstan piştî sê salan ji dagirkeriyê hate ragihandin. Di van salên dagirkeriyê de welatiyên herêmê rastî trajediyên cuda li ser destên çeteyan hatin.

Welatiyên herêma Minbicê û biçûk û mezinên xwe li benda rizgarkirina herêma xwe bûn, nemaze piştî ku Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Sivîl a Minbicê destpêkirina hemleya rizgarkirinê di 1’ê Hezîrana 2016’an de ragihand û hemleya rizgarkirinê ji bendava Tişrînê dest pê kir.

Welatiyên Minbicê di roja ragihandina rizgarkirinê de êşa xwe ya 3 salan ji bîr kir ku çeteyan qanûn û pîvanên xwe yên taybet bi darê zorê li ser welatiyan ferz dikirin.

Di 15’ê Tebaxa 2016’an de û bi taybet saet di 12:00’an de ya roja Duşemê li pêşiya çerxerêya El-Cezîrê, Meclisa Sivîl a Minbicê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê di civîneke çapemeniyê de bi daxuyaniyekê ku ji aliyê şehîd Ednan Ebû Emced ve hate xwendin, rizgarkirina bajarê Minbicê ji destên çeteyên DAIŞ’ê hate ragihandin.

Di heman civînê de hevserokê Meclisa Zagonsaz Farûq El-Maşî daxuyaniya wergirtina bajêr ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê xwend.

Yekemîn salvegera rizgarkirina Minbicê

Wekî îro di sala 2017’an de yekemîn salvegera rizgarkirina Minbicê bû. Bi sedan welatiyên herêmê berê xwe da dergeha başûrê bajêr da ku pêşwaziya şande û mêvanan bikin û di wê rojê de navê çerxerêya El-Metahên bi merasîmekê hate guhertin û kirin Çerxerêya Şehîdan. Di çerxeriya Şehîdan de bircekî hesinî hate venandin û bi alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Sûriya Demokratîk hate xemilandin û li jora birc wêneyên şehîdan “Botan Turkmenî, Ebdilsetar El-Cadir, Feysel Ebû Leyla û Koçerîn” ku di hemleya rizgarkirinê de şehîd bûbûn, hatin daliqandin.

Di yekemîn salvegera rizgarkirinê de welatiyan di bin dirûşma “15’ê Tebaxê ronahiya Minbicê ya azad e” de şahî li dar xistin. Di van şahiyan de pêkhateyên herêmê bi stran û dîlanên xwe û bi cil û bergên xwe yên folklorîk dîroka bajêr ji nû ve vejandin.

Di duyemîn salvegera rizgarkirinê de jî tê payîn ku gelek çalakî bêne lidarxistin.

Bernameya şahiya 15’ê Tebaxa 2018’an

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê bi boneya duyemîn salvegera rizgarkirina herêmê ji destên çeteyên DAIŞ’ê komîteyeke amadekar ji endamên saziyan ên ji hemû pêkhateyên Minbicê ava kir. Komîteya hatiye avakirin jî bernameya xwe ji bo şahiya duyemîn salvegera rizgarkirinê amade kir û yekîneyên parastin û tenduristiyê erkdar kirin.

Li gorî bernameyê tê payîn ku Navenda Yekitiya Rewşenbîran û Navenda Komeleya Çerkezan bi merasîmekê bêne vekirin.

Saet di 16:00’an de şahiyeke mezin dê were lidarxistin û şandeyên cuda yên herêmên Bakurê Sûriyeyê û hin herêmên din ên Sûriyeyê dê beşdarî şahiyê bibin.