حركة المجتمع الديمقراطي

Beşîr Mele Newaf: Xeta 15’ê Tebaxê Kurd gihandin rewşa aktorbûyînê

691

Beşîr Mele Newaf anî ziman ku bîryara 15 Tebaxê ne ji encamên tolhildanê bû, bi şêwazekî zanistî, civaknasî hat dayîn û wiha got: “Armanca pêngava 15`ê Tebaxê guhartina hişmendiya civakê ye û bindestî ber azadiyê ve biriye.”

Di sala 1984’an de li bakurê Kurdistanê bajarê Sêrtê navçeya Dihê û bajarê Colemergê navçeya Şemzînanê pêngava 15’ê Tebaxê hat destpêkirin. Li Kurdistanê li hemberî çewisandin, qetlîam, asîmîlasyon û siyaseta tunekirinê ya 12’ê Îlonê ya cûntaya faşîst ku dixwest li ser gelê Kurd û Kurdistanê bimeşînin, nedihat qebûlkirin.

Pêngava 15’ê Tebaxê ku dikeve 34’emîn salvegera xwe, berxwedan veguherand şoreşa serhildanê û şoreşa hişmendî û çêkdarî bi pêngava dîrokî 15’ê Tebaxê ev mîsoger bû. Ev serdema ku gelê Kurd ber bi tunekirinê ve dibir, di bin rêveberiya Rêberê Gelê Kurd de Abdullah Ocalan  bi pêşketin û encambûna çalakiya pêngava 15’ê Tebaxê, li Kurdistanê rûpelek nû ji serdemeke dîrokî re afirand. Gelê Kurd 15 Tebaxê wek ‘Roja Vejînê’ pênase dike ku gel ji nû ve afirandine. Bi pêşengiya fermandar Egîd yekemîn guleya ji bo pêngava 15’ê Tebaxê hate avêtin.

Der barê 15’ê Tebaxê Roja Vejînê de rewşenbîrê kurd ê ji bajarê Qamişlo ya rojavayê Kurdistanê Beşîr Mele Newaf ji ajansa me Hawarê re axivî û wiha got: “15’ê Tebaxê guleya yekemîn, ne tenê nîşaneya destpêkirina şerê çekdarî ye, di heman demê de ev gule bûye dîtina aliyên îdeolojîk, çandî û civakî, pêkanîna şoreşa jinan û xwedîderketina li mirovahiyê. 15’ê Tebaxê guleya yekemîn binkeftina arteşa Tirk û şovenîstiya wan da.”

‘15 Tebaxê ji gelê Rojhilata Navîn re mûcîzeyek bû’

Beşîr da zanîn ku li hemberî jiyana koledarî û tunekirinê, ji qedera xwe razîbûyîn, xwe çewisandina li dijî serdestan bi dawî bû û wiha pê de çû: “Kurdên ku xwende bûn bi pengava 15’ê Tebaxê re şiyar bûn. Dijmin bi hemû hêza xwe armanc dikir ku Kurdan êdî tune bikin. Tirkiyê bi şovenîstiya xwe li dijî gelê kurd fetisandin esas digirt. Ji bo hemû armancên dagirkeriyê pêngava 15’ê Tebaxê ji gelê Rojhilata Navîn re mûcîzeyek bû. Di qonaxa bêdengiya civakê de lidarxistina şerê li dijî emperyalîzmê biryara xurtkirina têkoşîne bû.”

‘Roja vejînê rihe hemû pêkhateyan nûjen kir’

Beşîr di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “15’ê Tebaxê ne ji encamên tolhildanê bû, bi şêwazekî zanistî, civaknasî hat dayîn. Armanca mezin ku guhartina hişmendiya civakê, koledariyê ber azadiyê ve bîne ye. Careke din bi Roja Vejînê wêrekî, serhildan, têkoşîn û xwenasiyan hêmû pêkhate nûjên kirin.”

Beşîr got ku roja 15’ê Tebaxê guhartin û veguhartin di dîroka Kurdan de pêk aniye û wiha pê da çû: “Ji bo girîngiya Roja Vejînê her sal di salvegera 15’ê Tebaxê de li ser asta Kurdistanê pîrozbahî tên lidarxistin. Di stran û awazên Kurdan de 15’ê Tebaxê cih digire.”

‘Berhemên şoreşa Rojava encamên xeta 15’ê Tebaxê bûn’

Beşîr diyar kir ku rihê pêngava 15’ê Tebaxê şoreşa azadiyê, hemû parçeyên Kurdistanê bandor lê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku li bakurê Kurdistanê ev pêngav rabû, li rojavayê Kurdistanê jî bingeha perwerdeyê dihat amadekirin. Gelê Rojava ji bo 15’ê Tebaxê xwe amade dikir. Li başûrê Kurdistanê jî ji bo destkeftiyên gelê kurd bingeheke mezin ava kir. Berhemên ku li şoreşa Rojava bi ser ketin, bi xeta pêngava 15’ê Tebaxê bû û ev xet li dijî dagirkeriyên dewletan jî didome. 15’ê Tebaxê di Rojhilata Navîn de gelê Kurd ji fîgûranbûyînê derxistiye û gihandiye rewşa aktorbûyînê. Berhemên 15’ê Tebaxê ji gelên Rojhilata Navîn re di cihê bilind û watedar de ye.”