حركة المجتمع الديمقراطي

Kongreya Star amadehiya kongreya xwe ya 7’an dike

635

Bi dirûşma ‘Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê şoreşa jinan bikin şoreşa civakî’ û bi armanca nirxandina xebatên du salan Kongreya Star kongreya xwe ya 7’emîn li ser asta Rojava-Bakurê Sûriyeyê dê di 16-17’ê Tebaxê de li dar bixe.

Yekitiya Star di 25-26’ê Sibata 2016’an de kongra ya xwe ya 6’emîn li bajarokê Rimêlanê li dar xist. 251 delegeyên kantonên Rojava, Şam, Lubnan û her wiha nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, partî, rêxistinên siyasî û sivîl beşdarî kongrayê bûn.

Di kongreya 6’emîn de li ser peymana karê yekitiyê nîqaş hatin kirin. Di encamê de navê rêxistinê ji Yekitiya Star veguherandin Kongreya Star. Her wiha sembola wê jî hate guherandin.

Bi armanca nirxandina xebatên du salên borî, girtina pêşniyar û biryaran ji bo pêşxistina karê jinan di Kongreya Star de û derbaskirina kêmasî û astengiyên rêxistinê, Kongreya Star, kongreya xwe ya 7’emîn li Navenda Aram Tîgran li bajarokê Rimêlanê dê li dar bixe. Bi vê armancê Kongreya Star gelek civîn li hemû bajar û navçeyên kantonên Rojava li dar xistibûn.

Di civînan de endamên rêveber ên Kongreya Star li navçe û bajarokên kantonan hatin hilbijartin. Piştre konferansên her sê kantonan di dem û cihên cuda de li dar xistin. Her wiha di wan konferansan de 7 endamên rêveber ji her bajarokekî re, 13 ji her navçeyekê re û 15 endamên rêveber ji her kantonekê re hatin hilbijartin.

Lê ji ber rewşa Efrînê û di encama dagirkeriyê de Kongreya Star xwe ji nû ve li herêma Şehbayê bi rêxistin kir.

Dihat peyîn ku Konreya Star kongreya xwe ya 7’emîn di meha Adara borî de li dar bixista, lê ji ber dagirkirina Efrînê û berdewamkirina êrîşan li ser herêmên Rojava, dema kongeyê hate paşdexistin û di 16-17’ê Tebaxê dê were lidarxistin.

Girêdayî amadekariyên lidarxistina kongreyê, berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd got ku wan hemû jin, rêxistin û partiyên siyasî li Bakurê Sûriyeyê û li derveyî Sûriyeyê vexwendine. Her wiha gelek şande ji herêmên ku nû rizgar bûne wekî Dêrazor, Reqa û Tebqayê dê beşdarî kongreyê bibin.

Evîn diyar kir ku di kongrayê de li ser birêxistinkirina xebata Kongreya Star li herêmên ku nû rizgar bûne û çawaniya birêxistinkirina jinan dê werin nîqaşkirin.

Têkildarî xebatên kongrayê Evîn Siwêd wiha got: “Kongre wê du rojan bê lidarxistin. Di her du rojan de, xebatên du salên borî, tevlêbûna jinan di partiyan de û birêxistinkirina wan di kongreyê de da ku bi hev re asta têkoşînê li hemberî planên dagirkeriyê bilind bikin, dê nîqaş werin kirin.”