حركة المجتمع الديمقراطي

Rêveberê PDK-S`ê Ismail: Em li Efrînê bi dewleta tirk re dixebitin

688

Ji Rêveberê PDK-S’ê ya girêdayê Encumena ENKS’ê Mihemed Ismaîl, di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdaw Tv re lixwe mikûr hat ku ew bi “Meclîsa Sivîl a Efrînê” ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye avakirin dixebitin.

Rûdaw Tv ku yek ji qenalên li ser talîmata MÎT û PDK’ê weşangeriyê dike, di tora xwe ya nûçeyan de bi Endamê Rêvebirê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîka Kurdistanê ya li Suriyê (PDK-S) ya girêdayê Encumena Niştîmaniya Kurdistana Sûriyê (ENKS) ya li Qamişlo  Mihemed Ismaîl re hevpeyvîneke derbarê rewşa wan di Efrînê de çêkir. Ismaîl, di hevpeyvîna xwe de li xwe mikûr tê ku ew weke li Efrînê hem di avakirina “Meclîsa Sivîl a Efrînê” ku di meha Adarê de bi civînekî li bajarê Dîlokê (Entabê) bi beşdariya MÎT, rayedarên AKP’ê û MHP’ê û her wiha komên çete re pêk hat de hatibû avakirin de bûne û hem jî niha beşdarî kiryaren dewleta tirk yên dij mirovî ku li Efrînê dikin de cih digirin. Ismaîl, aşkere kir ku xebatên wan ên meclîsê di bin kontrola dewleta tirk de tê kirin û ligel piştî 18’ê adarê ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin û şûnde PYD ji Efrînê derketibû jî, dîsa ya PYD’ê li hember xebatên xwe astengker tawanbar dike.

Kiryarên dijmirovahî ya çeteyên tirkiyê yê nedît dîsa PYD tawanbar kir

Ismaîl, destnîşan dike ku ew wek buroyeke siyasî ya kurdî bi “Meclîsa Sivîl a Efrînê” re di Efrînê de xebat dimeşînin û lixwe mikur hat ku xebatên wan û meclîsê di bin kontrola dewleta tirk de tê meşandin. Rêveberê PDKS’ê Mihemed Ismaîl ku hemû cure kiryarên dijmirovahî yên wekî dizî, talanî, wêranî, şewitandin, revandin, îşkence, girtin, tacîz, tecawiz û kuştina gelê Efrînê yên çeteyên girêdayê dewleta tirk ji nedîtî ve tê, berovajê wê ya PYD’ê ku ji 18’ê adarê ve ji Efrînê derketiye tewanbar dike.

Di vê hevpeyvînê li ser telefonê de bi xwe derbarê beşderbûna wan a mecilsên ajan ên herêmî yên li Efrînê û dibin rêveberiya tirkiyê de aşkere dikin. Di heman hevpeyvînê de Ismaîl piştî dagirkirina Efrîn ji aliyê tirkan ve û derbasbûna gelê efrînê ji bo Şehabayê careke din PYD`ê bi meşandina zext û zorê li ser gelê Efrînê û bi taybet li ser endamên wan di hundir Efrînê de tewanbar dike.

Ismaîl, di hevpeyvîna xwe ya bi televizyonê re ev tişt gotin: “Endamên partiya me û hevalên me li Efrînê cihê xwe di nava xebatên Meclîsa Sivîl a Efrînê de digirin. Ji ber ku di bin kontrola tirkan de ye ew nikarin bi biryarên xwe tevbigerin. Ji ber ku ev meclîs ji aliyê dewleta tirk ve hatiye avakirin. Lê herî zêde ev meclîs ji aliyê PYD’ê ve di bin zextê de ne û hedef tên girtin. Ji bo wê jî em zêde nikarin xwe bigihijênin her derî.”

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, di 20’ê çileyê de bi 72 balafirên şer êrîşa ser Efrînê dabû destpêkirin. Bi bombebaranên hewayî û bejahiyê de zêdetirê 600 sivîl hatin qetilkirin, hezarî zêdetir birîndar bûn, gelek xanî, kargeh, bax û baxçe hatin rûxandin. Rêveberiya Kantona Efrînê ji bo zirar negihije sivîlan bi hemû hêz, sazî û dezgeh û bi sed hezaran gel ji Efrînê tahliye bûn û li herêma Şehbayê di 3 kampên hatin avakirin de bi cih bûn. “Meclîsa Sivîl a Efrînê” ku li bajarê Dîlokê (Entabê) di bin serweriya MÎT, rayedarên AKP, MHP û fermandariya komên çete de hatibû avakirin, rêveberiya ENKS’ê bi taybetî jî PDKS di navê de aktîf cih girtibû.