حركة المجتمع الديمقراطي

Lîreyê Tirkiyeyê dadikeve û AKP gefan dixwe

571

Daketina lîreyê Tirkiyeyê hê jî didome û îro dolarek gihaşt asta 7 lîreyan. AKP jî gefan li dezgehên çapemeniyê dixwe ku xizmeta “êrîşa aborî” dikin.

Îro di serê sibê de lîreyê Tirkiyeyê careke din daket asta herî jêr û dolar bû 7.2362 lîreyên Tirk. Lîreyê Tirkiyeyê ji serê vê salê ve ji ber siyasetên AKP’ê bi serkêşiya Erdogan bi qasî ji sedî 40 ji nirxê xwe winda kir. Piştî ku Erdogan zavayê xwe Berat Albayrak di paya wezîrê darayî de erkdar kir, mijar aloztir bû û têkiliyên Tirkiyeyê bi Amerîkayê re xirabtir bûn.

Erdogan li hemberî lawazbûna birêvebirina welat li xwe mikur nayê û bûyerên rû didin bi “komployeke siyasî” ya Amerîkayê li dijî Tirkiyeyê ve girê dide. Erdogan li pêşiya alîgirên xwe li bajarê Trabzonê wiha got: “Em careke din rastî komployeke siyasî tên û bi îzna Xweda em ê bi ser bikevin.”

Beriya çend rojan Erdogan bang li welatiyên Tirkiyeyê kir ku dirav û zêrên xwe veguherînin lîreyê Tirkiyeyê da ku alîkariya wê bikin û daketina lîreyê Tirkiyeyê were rawestandin. Lê van tedbîran daketina lîre çareser nekir.

Girêdayî heman mijarê hin dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyeyê li Stenbolê ragihand ku lêpirsîn der barê hin kesan de dest pê kiriye û tê îdiakirin ku destê wan di gefxwarinên li dijî ewlehiya aborî ya Tirkiyeyê de heye.

Gilîkarê giştî soz da ku dê tedbîrên qanûnî yên pêwîst der heqê hemû dezgehên çapemeniyê de wergire ku xizmeta êrîşa aborî dikin.

Xemgîniya welatiyan jî li hemberî daketina lîre zêde dibe ku nîşana hilweşandina aboriya li Tirkiyeyê dide.

Li gorî BBC’yê di her daketineke nû ya lîreyê Tirkiyeyê de gumana derketina aloziyeke bankeyan zêde dibe.

Rojnameya Financial Times jî di raporeke xwe de diyar kir ku danûstandinên Erdogan bi aloziyê re xemgîniyên di bazaran de zêde dike û li şûna ku çareseriyekê peyda bike lomeyan ji şerê aborî dike. Rojnameyê diyar kir ku li hemberî aloziya aborî ya Tirkiyeyê tenê Erdogan berpirsyar e.