حركة المجتمع الديمقراطي

Xezeba Zeytûnê kuştina 2 çeteyên Feyleq El-Şam ragihand

648

Odeya Xezeba Zeytûnê diyar kir ku hêzên wan çalakiyek li dijî 2 çeteyên FeyleqEl-Şam yê girêdayî artêşa tirk a dagirker li gundê Dêr Belût ê navçeya Cindirêsê pêk anî. Di encama wê de her du çete hatin kuştin.

Odeya Çalakiyên a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re diyar kir ku di encama çalakiyeke hêzên wan de çeteyê bi navê Xalid El-Hayik ê ji gundê El-Zekat ê gundewarên bakurê Hemayê û Ehmed Xetab ê ji gundê El-Hiwêz ê Sehil El-Xab hatin kuştin.

Odeyê destnîşan kir ku dema her du çete ji bajarê Efrînê derdiketin yekîneyên wan li gundê Dêr Belût kemîn ji wan re danî û di encama wê de her du çete hatin kuştin. Odeyê destnîşan kir ku her du çeteyan malên welatiyan talan kirine û îşkence li gelek sivîlan kirine.

Daxuyanî wiha ye:

“Yekîneyên me di Odeya Xezeba Zeytûnê de di 11`ê Tebaxa 2018`an de li gundê Dêr Belût ê girêdayî navçeya Cindirêsê li dijî 2 çeteyên Feyleq El-Şam yên girêdayî artêşa tirk a dagirker kemînek danî. Di encama wê de çeteyê bi navê Xalid El-Hayik ê ji gundê El-Zekat ê gundewarên bakurê Hemayê û Ehmed Xetab ê ji gundê El-Hiwêz ê Sehil El-Xab ji aliyê yekîneyên me ve hatin girtin û cezayên xwe dîtin.

Her du çeteyên ku hatin kuştin ji destpêkê ve tev li dagirkeriya Efrînê bûbûn, malên welatiyên Efrînê talan kirin û kiriyarên hovane der barê wan de pêk anîn.

Em wek yekîneyên Odeya Xezeba Zeytûnê ji hemû komên çekdar ên ku axa Efrînê ya pîroz dagir kirine ku ji xaka pîroz a zeytûnê di zûtirîn dem de derkevin. Ji ber ku heger hûn dernekevin hûn ê ji yekîneyên me re bibin hedef.

Çalakiyên me li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî berfireh li hemû Efrînê didomin. Bila hemû komên çekdar li Efrînê, hemû kesên ku alîkariya dagirkeriya Tirkiyeyê di dagirkirina Efrînê kir û kiriyarên hovane li hemberî sivîlan pêk anîn, ew ê ji yekîneyên me re bibin hedef wekî ku em niha dikin. Efrînê sebrê bikişîne, tolhildan tê.”