حركة المجتمع الديمقراطي

Meclisa leşkerî salvegera rizgarkirina Minbicê pîroz kir

624

Bi wesîleya salvegera duyemîn a rizgarkirina Minbicê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê turaneke leşkerî li dar xistin.

Merasîm li Akademiya Şehîd Yekta bi amadebûna bi dehan malbatên şehîdan hate lidarxistin.

Piştî turana leşkerî, Fermandarê Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil axivî.

Ebû Adil salvegera duyemîn a rizgarkirina Minbicê pîroz kir û hemû cangoriyên azadiyê di serî de Feysel Ebû Leyla, Endan Ebû Emced û Ebû Casim El-Begerî bi bîr anî û wiha domand, “Bi saya şehîdan em li vir kom bûne û salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyan pîroz dikin. Bi hezaran şervan xwedî li hevanên xwe yên şehîd derketine û herêmê diparêzin.”

Ebû Adil soza şopandina xeta şehîdan da.

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokrtîk a Minbic û Gundewarên wê Farûq El-Maşî jî axivî û salvegera rizgarkirina Minbicê pîroz kir û hemû dawiyên şehîdan silav kir.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Kefa El-Elî jî rizgarkirina Minbic silav kir û anî ziman ku bi saya şehîdan aramî û aştî pêk hatiye.

Piştî axaftinan, koma zarokên Minbicê ya çandê stran gotin.

Merasîm bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.