حركة المجتمع الديمقراطي

Rewşenbîrên Qamişlo: Çareserî bi derxistina dagirkeran ji Sûriyeyê dest pê dike

624

Rewşenbîrên Qamişlo tekezî li ser girîniya derxistina hêzên dagirker ji Sûriyeyê kirin  destnîşan kir ku çareseriya aloziya Sûriyeyê bi derxistina dagirkeriya tirkiyê û çeteyên wê yên ji Efrîn, Idlib, Bab, Cerablus û Ezazê dest pê dike.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi armanca gotûbêjkirina rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyeyê pltformaya danûstandinan li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Di pltatforêm de rewşenbîrên herêma Qamişlo, Serokê Partiya Sûriyeyê Pêşerojê Îbrahîm Qeftan û rêveberê Buroya Rêxisitinî ya Paritya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Qamişlo amade bûn.

Di platform de, Îbrahîm Qeftan axivî û got, “Me ji vir dernakevin, bêyî ku em çareseriyeke radîla ji aloziyê re peyda bikin. Ji ber ku hin mudaxleyên derve ji bo berjewendiyên xwe nêzî aloziyê dibin û alozî kurtir kirine.”

Qeftan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ku gelê Sûriyeyê bi hemû beş û pêkhateyên xwe li hemberî her xeterî û tehdîdan yekîtiya xwe çêbikin û diyar kir ku Partiya Sûriyeya Pêşeerojê banga ne navendiyê dike û dibîne ku çareseriya herî guncaw ya ji bo alozî ne navendîbûyîn e.

Piştî axaftina Qeftan, deriyê nîqaşê hate vekirin. Rewşenbîran platform wekî insyetîfeke erênî nirxandin û gotin ku pêwîsete platformên bi vî rengê berdewam bin.

Rewşenbîran diyar kirin ku diyalogên hindirîn erênî ye, çareserî di hindir ne derve dê pêk were, pêwîste hemû alî pêşniyarên xwe yên çareserkirina aloziyê pêşkîş bikin.

Hin rewşenbîran gotin ku çareseriya aloziyê bi derxistina dagirkeran ji Sûriyeyê dest pê kir û girîngiya hevgirtina gelê Sûriyeyê li hemberî dagirkeran anîn ziman.

Di platformê de, hate xuyakirin ku Tirkiyê ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve, gelê Sûriyeyê teşwîqî koçberkirinê dikir da ku herêmê vala bibe û dagir bikinê. Her wiha tekez kirin ku ji bo veegera penaberan divê çareserî were peydakirin.

Rewşenbîran dane xuyakirin ku projeya ne navendî û demokratîk çareya herî guncaw ya aloziyê ye.