Komkujiyên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê xweza û mirovên Efrînê de didome. Artêşa dagirker û çeteyên wê vê carê agir bi darên taxa El-Mehmûdiyê xistin.
Çavkaniyekî ji ajansa ANHA re ragihand ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi sedan darên li taxa El-Mehmûdiyê ya pişt firneya El-Zira ya Efrînê xist.
Heman çavkanî, tekez kir ku heta niha agir bi daran dikeve û gelek dar hatine şewitandin.
Hêjayî gotinê ye ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê heta niha bi hezaran darên Efrînê tevî darên zeytûnan şewitandine.