حركة المجتمع الديمقراطي

‘Bila civaka navdewletî berpirsyariya xwe ya li bermaberî Sûriyeyê pêk bîne‘

582

Hejmareke partî û kutleyên siyasî binpêkirinên dagirkeriya tirkiyê û çeteyên wê yên li Efrînê şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kir ku bi berpirsyariya xwe ya dawîkirina terora li Idlibê pêk bînin.

Hejmarek partî û kutleyên siyasî yên li Efrîn û Şehbayê derbarê binpêkirinên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyaniyê de binpêkirinên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên li kantona Efrînê û gundewarên Şehbayê yên dagirkirî (Cerablus, Bab û  Ezaz), siyaseta guhertina demografî û polîtîkeyên tirkkirinê, her cûra binpêkirinên li ser jinan, zarok û kal û pîr ji kuştin, talankirina milkên taybet û gişt, rakirina darên zeytûnan û hwd hate şermezarkirin.

Partî û aliyên siyasî bang li rêxistinên navdewletî kirin ku destwerdanê bike da ku binpêkirinên ne rawa rawestin. Her wiha bang li hêzên aktîf li ser erdê kirin ku zextê li tirkiyê bike ku da ku dagirkeriya xwe ya li xaka Sûriyeyê rawestîne.

Aliyên siyasî di berdewama daxuyaniyê de piştgiriya xwe bi berxwedana gelê Efrînê re nîşan dan û bang li gelê Sûriyeyê kirin ku li hemberî dagirkeriyê yekrêziya xwe li derdora berxwedana gel xurt bikin.

Her wiha bang li civaka navdewletî hate kirin ku erka  xwe ya tunekirina terorê li Idlibê bi cih bînin.

Partiyan, piştgiriya xwe bi şêniyên Suwedayê re anîn ziman û bang li hêzên bi bandor kir ku li dijî  her cure tundî û hewldanên têkbirina ewlekariya şêniyên Suweydayê bisekinin.

Di bawiya daxuyaniyê de, girîngiya diyalogên Sûrî- Sûrî destnîşan kir ku gavên MSD‘ê ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê erênî nirxand.

Partiyên ku daxuyanî dane:

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (Buroyên Efrîn û Şehbayê)

Partiya Sûriyeya Pêşerojê (Buroyên Efrîn û Şehbayê)

Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî)

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

Buroya Têkiliyên Doplomasî ya Şehbayê

Buroya Têkiliyên Giştî ya TEV-DEM (Efrîn)

Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk li Sûriyeyê