حركة المجتمع الديمقراطي

Rayedarên siyasî, leşkerî û rûspiyên Dêrazorê geşedanên dawîn gotûbêj kirin

633

Bi armanca nirxandina geşedanên dawîn li herêmê û li giştî qada Sûriyeyê, Buroya Têkiliyên Dîplomasî ya Giştî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li bajarokê Sor ê gundewarên Dêrazorê civînek li dar xist. Di civînê de nûnerên Hêzên Sûriya Demokratîk, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê û rûspiyên eşîrên Dêrazorê beşdar bûn.

Bi armanca nirxandina geşedanên dawîn li herêmê û li giştî qada Sûriyeyê û gotûbêjkirina hevdîtinên di navbera Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û rêjîma Sûriyeyê de, Buroya Têkiliyên Dîplomasî ya Giştî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li bajarokê Sor ê gundewarên Dêrazorê civînek li dar xist. Di civînê de nûnerên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê û rûspiyên eşîrên Dêrazorê beşdar bûn.

Di civînê de nûnerên şandeyên beşdar axivîn û geşedanên dawîn li giştî qada Sûriyeyê nirxandin û behsa hevdîtinên di navbera MSD’ê û rêjîma Sûriyeyê de kirin. Her wiha komeke dozên xizmetguzarî yên herêmê anîn ziman.

Serokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif der barê heman civînê de ji ajansa me ANHA’yê re axivî û got ku civîn wek hevdîtineke şêwirmendiyê pêk hat û wiha anî ziman: “Aşkera ye ku her herêmek xwedî taybetmendiyekê ye, taybetmendiya herêma Dêrazorê jî ew e ku bi hevgirtina eşîrên xwe tê nasîn û rola nûnerên van eşîran di giştî dozên herêmê de mezin e. Wek rêveberiya siyasî û leşkerî ji erka me ye em pêşketinên dawîn ji welatiyên herêmê re aşkera bikin û em geşedanên dawîn bi rûspiyên eşîran re gotûbêj bikin da ku ew jî bi rola xwe di nava civakê de rabin.”

El-Yûsif di axaftina xwe de diyar kir ku wan di civînê de hevdîtinên di navbera MSD’ê û rêjîma Sûriyeyê de û gelek mijarên girêdayî herêmê û rêbazên çareserkirinê gotûbêj kirine.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed El-Xebîl Ebû Xewla di civînê de bersiva gotegotên îdiaya radestkirina herêmên rizgarkirî ji rêjîmê re da û wiha got: “Tu rastiya vê îdiayê tune ye. QSD’ê ev herêm bi xwîna şehîdan rizgar kirine û ne pêkan e radestî tu aliyan bike û tenê dê radestî welatiyên wê yên resen bike. Em bi çareseriya siyasî re ne da ku rûmeta gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê were parastin.”

Girêdayî pêşketin û geşedanên hemleya Bagera Cizîrê Ebû Xewla aşkera kir ku hemleya wan a rizgarkirina giştî çolistana herêmê ya di navbera Hesekê û Dêrazorê de di qonaxa dawîn de berdewam dike û wiha got: “Tenê deverek di destê çeteyan de maye û dê di van rojên pêş de bi temamî rizgar bikin.”

Şêx Menaf El-Reca yek ji rûspiyên eşîra El-Cebûr e, di civînê de axivî û pesna însiyatîfa MSD’ê ya ber bi çareserkirina aloziya Sûriyeyê ve da û piştgiriya xwe ji diyaloga Sûrî –Sûrî re ragihand û banga vekirina deriyê diyalogê li pêşiya hemû pêkhate û aliyên Sûriyeyê kir da ku rûmeta gelê Sûriyeyê were parastin.

Di civînê de serokê Buroya Têkliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xeyrî Mihemed axivî û piştrast kir ku armanc ji vê civînê ew e ku lêhûrbûnên hevdîtinên di navbera MSD’ê û hikûmeta Sûriyeyê de ji nûnerên herêmê re bêne ragihandin û wiha got: “Peywira me ew e ku tiştê rû daye bi zelalî ji welatiyan re were ragihandin. Divê agahiya welatiyan ji hemû geşedanên qada siyasî hebe.”

Di civînê de gelek pêşniyar ji bo pêşxistina herêmê hatin kirin û nûnerên beşdar gelek pirsên xwe anîn ziman û ji aliyê têkildaran ve hatin bersivandin.