حركة المجتمع الديمقراطي

‘Dem hatiye ku rojnamevaniya cîhanî bêdengiya xwe li hemberî Efrînê bişikîne’

657

Rojnamevanên Bakurê Sûriyeyê diyar kir ku kiryar û sûcên dewleta dagirker a tirk ku li Efrînê ji meha Adara ve pêk tîne, li tu cihekî ji xakên Sûriyeyê nehatin kirin. Her wiha xuya kirin ku rojnamevaniya cîhanî li hemberî bûyerên ku li Efrînê rû didin bê deng e. Rojnamevanan destnîşan kir ku dem hatiye ku wê bendê bêdengiyê bişikînin û rola xwe di derxistina rastiyên ku li Efrînê rû didin de bilîzin.

Girêdayî mijara bêdengiya dazgehên cîhanî li ser bûyerên ku li Efrînê rû didin û kirin û binpêkirinên artêşa tirk û çeteyên wê de, ajansa me hevdîtin bi rojnamevanên Bakurê Sûriyeyê çêkirin.

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad Sîpan Can di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku êrîşa dewleta tirk li ser Efrînê komployek bû. Dewletên mezin di nav de Rûsya, ev komplo plan kiribû. Hin dewlet çek ji Tirkiyeyê re pêşkêş kirin û hinek din jî li gorî berjewendiyên xwe bê deng man.

Her wiha Sîpan destnîşan kir ku kirinên dagirkera tirk li Efrînê, ne hiş û ne wijdanê mirov tehemûl dike. Dagirkera tirk rojane komkujiyan der heqê sivîlan de pêk tîne.

Li ser nêzîkatiyên dewleta tirk ji rojnamegeriyê re Sîpan ev tişt anîn ziman: “Dewleta tirk, dewletek bêdilî, dijber û mafên rojnamevana rêzdar nake û destûr nade ku rastiyê ragihînin. Eger ragihînin jî wan digire û dixe zîndanê. Ji ber wê dewleta tirk nahêle ku rojnamevan derbasî Efînê bibin û sûcên wî bişopînin.”

Rojnamegeriya cîhanî li hemberî binpêkirinan bê deng ma

Sîpan Can diyar kir ku rojnamegeriya cîhanî li hember bûyerên ku li Efrînê rû didin bi rola xwe nelîst. Bê deng ma û li gorî bercewendiyên dewletên mezin tevgeriya û rastî neşopand û dernexist holê û wiha domand: “Divê rojnamegeriya cîhanî rastiyê derxin holê ji bo ku zextê li dewleta tirk bikin. Agahiyan bigihînin cîhanê û çi bi bajêr hatiye û çi pêk tê belge bikin.”

Ji aliyê xwe ve rojnamevan Cano Şakir behsa siyasetên sûcî yên dewleta tirk der heqê şêniyên Efrînê de kir û wiha got: “Kirin û sûcên dewleta tirk li bajarê Efrînê ji meha Adara borî ve û heta roja me ya îro tên kirin, li tu derverên Sûriyeyê pêk nehatine. Rojane haletên kuştinê hene.”

Tiştên ku li Efrînê rû didin, qîrkirin e

Her wiha Cano bûyerên ku li Efrînê diqewimin, wek qirkirinek der heqê şêniyên Efrînê de pênase kir û wiha pê de çû: “Rojane kuştin heye. Ev qirkirin e. Ruxmî şermezarkirina hin Rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî siyaseta dewleta tirk der heqê Efrînê de, lê hin kanalên cîhanî bê deng man û tu rapor dernexist. ”

Şakir tekez kir ku rojnamevanên ku di bin siya Yekitiya Ragihandina Azad dixebitin, rolek di belgekirina bûyerên ku li Efrînê rû dane bi rapor, wêne û vîdyoyan de lîstin.

Di dawiya axaftina xwe de Cano Şakir bêdengiya çapameniya cîhanî bi siyasetên dewletên mezin ve girêdayî ye. Wan dewletan bûyerên ku li Efrînê rû dane û rû didin vedişêrin û ev biryarek siyasî ye.