حركة المجتمع الديمقراطي

Pêngava 15’ê Tebaxê rihê laşê gelê Kurd vejand

690

Endamê Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rêzan Çiyayî got ku pêngava 15’ê Tebaxê ji giştî cîhanê re îspat kir ku Kurd li ser axa xwe ya dîrokî jiyan dikin û tevî hemû hewldanên pişaftinê li dijî hebûna gelê Kurd, rihê laşê gelê Kurd vejand.

Bi boneya nêzîkbûna salvegera pêngava 15’ê Tebaxê TEV-DEM’ê li salona Zana ya bajarê Qamişlo civîneke berfireh lidar xist. Di civînê de bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo ji hemû pêkhateyan û endamên saziyên sivîl û endamên TEV-DEM’ê beşdar bûn.

Di civînê de Endamê Rêveberiya TEV-DEM’ê Rêzan Çiyayî behsa pêngava 15’ê Tebaxê ya bi rêvebertiya Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê di sala 1984’an de kir.

Rêzan Çiyayî di civînê de destnîşan kir ku desthilatdar û dagirkerên Kurdistanê hebûna gelê Kurd û gelên din ên weke Suryan, Ermen û Asûrî înkar dikin. Van desthilatdaran ti carî mafên gelê Kurd û gelên din nas nakin û hewl didin nasname û çanda gelê Kurd tune bikin û weke kesên biyanî li ser axa wan a dîrokî binav dikin.

Rêzan Çiyayî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevrêyên wî di têkoşîna şoreşê û şerê çekdarî de di pêngava 15’ê Tebaxê de li hemberî hemû rewşên ku gelê Kurd têre derbas dibû derketin û têkoşîna xwe li dijî zulm, desthilatdarî û sûcdariyê ragihandin.

Rêzan Çiyayî da zanîn ku pêngava 15’ê Tebaxê ji giştî cîhanê re ragihand ku gelê Kurd hêjî li ser axa xwe ya dîrokî jiyan dike û hemû dewletên desthilatdar û di serî de Tirkiye hewl dide hebûna wan tune bike. Gelê Kurd têkoşîna xwe ya ber bi azadî û rûmetê ve di pêngava 15’ê Tebaxê de nû kir û ev yek tê wateya vejandina rih di laşê gelê Kurd de, di dema ku Tirkiye hewl dide hebûna Kurdan tune bike.

Endamê Rêveberiya TEV-DEM’ê Rêzan Çiyayî gotineke têkoşer Masûm Kurkmaz wiha bi bîr anî: “Eger pêngava 15’ê Tebaxê bi ser bikeve bê guman serkeftina giştî gelê Kurd li hemberî faşizma Tirkiyeyê ye û eger bi bin bikeve dê bibe destpêka tunekirina gelê Kurd.”  Her wiha diyar kir ku berxwedan û israra têkoşer Masûm Kurkmaz û hevrêyên wî li çiyayên Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê serkeftineke mezin bû û êdî fikra Tevgera Rizgariya Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê belav bûye.

Civîn bi durişmeyên dilsoziya bi şehîdan û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi dawî bû.