حركة المجتمع الديمقراطي

Xwendekarên Efrînê ezmûmên dawiya salê pêşkêş dikin

666

311 xwendekarên amadehî yên Efrînê ezmûnên dawiya salê pêşkeş dikin.

Di encama êrîşên arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê de şênî xwe li kantona Şehbayê girtin. Xwendekaran jî ji pewwerdeyê qût nebûn û li dibistanên Şehbayê perwerdeya xwe temam kirin.

311 xwendekarên Efrînê piştî ku meh û nîvê perwerde ji aliyê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk dîtin, dest bi pêşkêşkirina ezmûnên dawiya salê kirin.

Girêdayî mijara endama rêveber a KPC-D a Kantona Efrînê Elya Hemo wiha got :”Yekemîn gav ku me Şehbayê avêt, ango piştî derketina me ya ji Efrînê jinûve vekirina dibistanan bû. Armanca me ji ê yekê ku xwendekar bê perwerde nemîne û nehêle bandora şer li dirûniya wan bike.”

Alya hemû, anî ziman ku 311 xwendekarên amadehî bi her du beşan ve ( wêjeyî, zanyarî) bi moraleke bilind û bi kêfxweşî, ruxmî rewşên heyî ezmûnên xwe dikin.