حركة المجتمع الديمقراطي

Qesas:Herêmên bê şer amûreke rûsî ye armanc jê têkbirina komên leşkerî ye

677

Fîras Qesas diyar kir ku Tirk û Rûs ji beriya demekê ve gihiştine lihevkirinan derbarê çarenûsa Cebhet El-Nusra û komên din yên li Idlibê û tekez kir stratîjiya herêmên “Bê şer” tenê wekî wesîleyeke leşkerî pêşketî ji aliyê Rûsiyeya ve, armanc jê hedefkirina komên çekdar e.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê  hevpeyvînek bi Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyeyê Fîras Qesas derbarê çarenûsa Idlibê di navbera lihevkirinan û şerê muhtemel de.

Hevpeyvîn wiha ye;

Rêjîma Sûriyeyê û Rûsya behsa operasyonan li Idlibê dikin. Di nêrîna we de çima rêjîm û Rûsya dixwazin biçin vê herêmê bi taybet?

Piştî ku rêjîmê derbeyên giran li komên çekdar ên îslamî yên ku dijbertiya nirxên demokrasî, azdî û rûmetê dikin, yên ku di Adara 2011‘an de herêmên Sûriyeyê, Heleb, Idlib, Xûta û Derayê dagirk kiribûn, normal e ku Idlibê bibe stasyona wê, ku di serî de Rûs û paşê jî rêjîm hewl dida çareseriyekî jê re bibînin. Nemaze ev parêzgeh veguherî bargeha komên çekdar ên ku yên ku di encama lihevkirinan de bi desteka Rûsya û Îranê herêmên û bi  di bin serweriya xwe de radestî rêjîm e. û  kirin radestkirina  û girtina herêman bi Rûsya re li Idlibê hatin komkirine. Ji bilî vê yekê jî hejmara niştecihên Idlibê pir zêde dibû û gihişt astek pir bilind, ji ber vê yekê parêzgeh bûbû wekî herêmeke leşkerî û siyasî.

Ez texmîn dikin ku Rûs ne mîna Dera,an Xûta û an jî Helebê nêzî vê parêzgehê bibe, helbet hemû sînarhoy wê vekirî û mumkin bin.

Idlib ji herêmên”kêmkirina şer e” ya ku di çarçoveya Astanayê de hatibû îlankirin, Rûsya jî yek ji dewletên girantor e, niha jî qala operasyonê li vê herêmê dike, hûn vê yekê çawa dinirxînin, gelo Astana têk çûye an çi?

Bi rastî herî kêm li Dereayê diyar bû, stratîjiya herêmên “Bê şer” tenê amûrek siyasî ji aliyê Rûsya ve ji bo têkbirina komên çekdar bû, ne jî mijara girantiyan bû ku ji aliyê hin welatan, di serî de Rûsya, Tirkiyê, Îran, carcaran Îran û DYA ve (mîna Derayê) lê ev grantî demkî ne, dikarî derbarê wan de werin dîrasetkirin dema şert û dema pêwîst peyda bibe.

Bi vê wateyê Astanayê têk neçûye, lê armanc û lihevkirinên her aliyekî diyar bû.

Her kes dizane ku Idlibê di bin serweriya komên çekdar de ye di serî Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra), her kes jî dizane ku ev kom di lîsteya terorê ya cîhanî de ye û Tirkiyê destekê dide wê, pirsa me, di vê mijarê de têkiliyên Tirkiyê- Rûsya ber bi kuderê ve diçin?

Bawer nakim ku dê Tirkiyê karibe Putin aciz bike, li gorî min Tirk û Rûs ji zû ve lihevkirinên ji bo Idlibê çêkirine. Helbet dê çarenûsa Nusra jî mîna yên komên din be yên ku bajar dagir kirne. Hin agahî belav bûne dibêjin ku rêxistinkirina komên çekdar ê din be.

Di nêrîna we de çarenûsa Idlibê dê çawa be, gelo dê şer derkeve, an jî wê mîna Heleb, Xûtaya rojhilat û başûr be?

Di nêrîna min de, merhleya herî zehmet a li pêşberî welatên serwerên Sûriyeyê Idlibê ye. herî zêde sînaryoya leşkerî li pêş e, çekdar û gelek kesên din wekî şerê dawî bi nav dikin. Li Idlibê bi mîlyonn sivîl û koçber hene, heke ev sînaroyê pêk were dê encamên trajîdî bi xwe re bîne. Ez texmîn dikin ku hemû sînaroy mumkin in, ji ber ku ev encamên rewşa heyî ya Sûriyê ye.

Heke şer li Idlibê rû bibe, hin herêm ji aliyê Tirkiyê ve wekî Cerablus, Ezaz, Efrînê û Babê ve hatin dagirkirin, di gel dijwariya şer li bakur û rojavayê Sûriyeyê, dê çarenûsa van herêman çi be?

Heya niha pîvanên herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ji Idlibê û çarenûsa wê dûr in. Ez dibînin ku ev herêm wekî kaxezeke zextê ji aliyê Tirkiyê ve tê bi karanîn da ku berjewendiyên xwe Tirkiyê pêk bîne, beriya ku ku for a dawî ya çareseriya aloziya Sûriyeyê pêk were.

Hê jî ne diyar e ku dê bikeve bin serweriya kê, Tirkiyê an Rûsya, anî jî dê her du alî bighêjin lihevkirinan na na, bersiva van pirsan dê di demên pêş de diyar bibin.

Belê, heger şer di demên pêş de derkeve, helbet gelê me, sivîlên li Idlibê dê bikevin xefê de,ew ê fatoreya encamên vê şerî bidin.