حركة المجتمع الديمقراطي

Hunermendên Cizîrê Aram Tîgiran bi bîr anîn

668

Yektiya Hunermendên herêma Cizîrê bi boneya salvegera yekemîn a damezirandina Yekîtiya Hunermendan, her wiha ji bo bîranîna hunermend Aram Tîgran di salvebera 9‘emîn a wefata wî de şevbuhêrkeke li dar xist.

Şevbuhêrik li Parka Dirîm Land a ku ji aliyê Yekîtiya Hunermendên Cizîrê ya li taxa Erbewiyê ya bajarê Qamişlo ve hatibû vekirin hate lidarxistin.Hejmarek mezin ji hunermendên Cizîrê, bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, şandeyeke ji Rêvebeirya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê  tev li şevbuhêrkê bûn.

Piştî rêzgirtinê, Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Nesîr Mihemed bi xêrhatina beşdaran kir û got ku wan bi armanca bîranîna hunermend Arman Tîgiran ev şevbuhêrk li dar xistin û got, Aram Tîgran bi stranên xwe hezkirina welat di dilê her kesê de çand û bil gelek zimanan û ji hemû baweriyan re stran got.

Paşê Koma Yekîtiya Hunermendan stranên şoreşgerî, her wiha stranên hunermend Aram Tîgran gotin.

Her wiha hunermend Beha Şêxo jî di gel çepikan stranên Aram Tîgran gotin.

Di şevbuhrêkê de pêşbikra bersiva rast hate organîzekirin. Di dawiyê de 9 kes bi serketin.

Kesên di pêşbirkê de serketin ji aliyê Yekîtiya Hunermendan ve hatin xelaskirin

Hunermend Ednan Îbrahîm ji stranên bi zimanê Erebî, Suryanî û Ermenî gotin.