حركة المجتمع الديمقراطي

Ciwanên Reqa, Tebqa û Dêrazorê jî berê xwe dane Sêmalka

630

Bi dehan ji ciwanên Reqa, Tebqa û Dêrazor berê xwe dane Deriyê Sêmalka da ku tevlî çalakiya şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê, Qendîlê û nehîştina derbasbûna ciwanan ji aliyê PDK`ê ve, bibin.

Ji saetên berbangê de, piştî ku bi dehan ciwanên Reqa, Tebqa û Dêrazorê li Peymangeha Zanistê ya Perwerdeyê ya li Mezra Hikûmiyê ya Reqayê kom bûn, berê xwe dan Deriyê Sêmalka.

Derbarê mijarê de, Hevserokê Meclisa Ciwanên Reqayê Ehmed El-Salim axivî û da zanîn ku ew bi armanca şermezakirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser axa Sûriyê û Iraqê, ew ê berê xwe bidin Deriyê Sêmalka da ku tevlî  çalakiya ku ev demeke li wir hatiye destpêkirin, bibin.

Endamê Meclisa Ciwanên Reqayê jî Mihemed Xabûr  ev tişt got:ʺEm destûr nadin dagirkeriya Tirk derbasî axa Sûriyê û bi taybet axa Bakurê Sûriyê bibe. Em ê parastina welatê xwe bikin û ji axa xwe derxînin.ʺ