حركة المجتمع الديمقراطي

3. Kongreya YJC‘ê bi biryaran û avakirina meclisa nû bi dawî bû

602

Xebatên Sêyemîn Kongreya YJC‘ê bi biryaran û hilbijartina meclisa nû bi dawî bû.

Sêyemîn Kongreya Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) vê sibehê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran dest pê kir.

Piştî nîqaşên derbarê xebatên du salan ên yekîtiyê, kongre bi biryaran bi dawî bû.

Ji biryaran;

-Yekîtiya Jinên Ciwan perspektîvên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bingeha xebata xwe ya avakirina Sûriyeyeke Demokratîk esas digire û ji bo azadiya Ocalan têdikoşe.

-Yekîtiya Jinên Ciwan xwe wekî pêşengê avakirina Sûriyeke demokartîk dibîne û xebatên xwe li ser vê esas pêk tîne.

-Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo azadiya jin û civakê têdikoşe û Jineolojî esas digire.

– Yekîtiya Jinên Ciwan rêxistinkirina tevahî Sûriyeyê armanc dike û li hemberî zihniyeta kaptîst disekin.

-Jinên Ciwan YPG û YPJ‘ê wekî hêzên parastina civakê dibîne û ji bo mezinkirina wê dixebite.

-Jin Ciwan parastina çand û nasnameya civakê dike.

Di dawiya kongre de 23 endamên meclisa Yekîtiya Jinên Ciwan li Bakurê Sûriyeyê hatin hilbijartin.