حركة المجتمع الديمقراطي

Foza Yûsif: Şoreşa jin ku li Rojava dest pê kir û îro li Bakurê Sûriyeyê tê jiyankirin

587

Foza Yûsif di Sêyemîn Kongreya YJC‘ê de axivî û got, “Şoreşa Jin ku li Rojava dest pê kir, îro li Reqa, Tebqa û Dêrazorê tê jiyankirin, delîlê vê yekê tevlêbûna kongrê ye.”

Kongreya Sêyemîn a YJC’ê bi dûrişma ʺBi felsefeya Rêber Apo em ê dagirkeriyê têk bibin, bi pêşengiya jinên ciwan em ê Sûriyeyeke azad ava bikinʺ li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran li bajarokê Rimêlan ê girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê bi tevlêbûna 800 delegeyên ji tevahiya herêmên Bakurê Sûriyeyê dest pê kir.

Piştî axaftina destpêkê ya ji aliyê Rêvebera TEV-DEM‘ê Mediya Mihemed ve, Berdevka Kongreya Star Evîn, Fermandara YPJ‘ê Tolihdan Raman û Berdevka Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat axivî.

Piştre jî ji bo rêveberina kongre 5 endamên dîwanê hatin hilbijartin.

Kongre bi xwendin û nirxandina rapora xebatên du salên derbasbûyî didome.

Di nîqaşên beşdaran de, hate destnîşankirin ku jinên ciwan di nava du salên derbasbûyî de gavên mezin avêtin, di her qadan de, siyasî, leşkerî û civakî de roleke pêşeng lîstin. Her wiha bal hate kişandin ku jinan mohra xwe di pêngavên rizgarkirina gelek herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, bi taybet di Berxwedana Serdemê de dan.

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif jî nêrîna xwe got.

Foza Yûsif got, “Em li pêşberî dijminekî hevpar in, dijminê me pergala desthilatdar e ya ku ked û xebata jin înkar dike. Ev pergal hewl dide bi hemû rêbazan destkeftiyên jinên Rojava û Bakurê Sûriyeyê têk bibin.”

Foza Yûsif di berdewama axaftina xwe de bang li jinan kir, “Divê jin xwedî biryar be, xwedî zanist be, nas bike çawa destkeftiyên xwe bi parêze. Ji vê yekê jî pêwîste di serî de xwe di aliyê fikirî û leşkerî xwe xurt bike da ku nasnameya xwe biparêze.”

Her wiha Foza Yûsif anî ziman ku parastina destkeftiyên jin li bakurrojava misogeriya parastin û destkeftiyên jin li hevahî Sûriyeyê û wiha pê de çû, “Ji ber ku şoreşa jin li Rojava dest pê kir, îro li Reqa, Tebqa û Derazorê jiyan dike, delîlê vê yekê beşdarîbûna jinên ciwan ên ji van herêman ji bo kongreyê ye.”

Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de kongre li hemû jinên ciwan pîroz kir û hêvî kir ku kongre encamên girîng ku hêviyên jinan pêk bîne , bigire û got ku kongre bi kesa şehîdan hatiye hatiye lidarxistin.