حركة المجتمع الديمقراطي

‘Danûstandinên MSD’ê û rêjîmê zîrekbûneke stratejîk û ji Erdogan re sîleyek e’

650

Parlemanter û rojnamegerê Lubnanê Nasir Qendîl vekirina kanalên diyalogê di navbera MSD û rêjîma Sûriyeyê de wek “zîrekbûneke stratejîk li hemberî dîmena gêjbûnê ku serokê Tirkiyeyê Erdogan dimeşîne” bi nav kir û got ku ev pêngav ber bi çareserkirina aloziya Sûriyeyê û rizgarkirina axa Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirkiyeyê ve diçe.

Parlamenter û rojnamegerê Lubnanî Nasir Qendîl li bajarê Şamê şahiya îmzekirina pirtûka xwe ya bi navê “felsefeya hêzê” li pirtûkxaneya El-Esed a Şamê li dar xist. Ajansa me ANHA’yê di vê çarçoveyê de hevpeyvînek bi Qendîl re pêk anî û nêrîna wî der barê hevdîtinên di navbera Meclisa Sûriya Demoratîk (MSD) û rêjîma Sûriyeyê de wergirtin.

Qendîl piştgiriya xwe ji bo hevdîtinên di navbera MSD’ê û rêjîma Sûriyeyê de anî ziman û wek “gaveke zîrek” bi nav kir û wiha got: “Ev nûnertiya rihê berpirsyariyê dike, hêviya min bi serkeftina van danûstandin û hevdîtinan gelekî mezin e.”

Qendîl di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Divê em bi rihekî berpirsyar û wijdan bibêjin ku pêngava rêveberên kurd û vebijartina wan ji diyaloga bi rêjîma Sûriyeyê re nûnertiya rihê berpirsyariya niştimanî dike û zîrekbûneke stratejîk li hemberî dîmena gêjbûnê ya ku serokê Tirkiyeyê Erdogan dide meşandin.”

Der barê serkeftina van hevdîtinan de Qendîl wiha li axaftina xwe zêde kir: “Bi izna Xweda ev rêya ber bi serkeftinê ve ye û dê sîleyeke hişk li guman û xewnên sultaniyeta îslamî bide ku hewl dide beşekî ji axa Sûriyeyê di bin hinceta îdiaya xwecûdakirina kurdî li Bakurê Sûriyeyê dagir bike.”

Parlamenter û rojnamegerê lubnanî Nasir Qendîl axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Vegerandina têkliyên di navbera kurdan û rêjîma Sûriyeyê de û hevbeşiya wan di hûnandina şêwazê dewletê û naveroka wê de gava herî girîng ber bi rizgarkirina axa Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirkiyeyê ve ye.”