حركة المجتمع الديمقراطي

N Gelê Çiyayê Kezwana alîkariyê dixwaze

598

Gelê herêma Çiyayê Kezwana ji ber kêmbûna ava şîrîn, xerabûna rêyan û ji ber nebûna bijîşkan rastî gelek pirsgirêkên tenduristî tê. Hevserokê Şaredariyê Saleh Medîne Xilêf bang li rayedaran kir ku ji wan re bibin alîkar.

Çiyayê Kezwana yek ji herêmên girêdayî bajarê Til Temir e û di kantona Hesekê ya herêma Cizîrê de cih digire. Herêma Çiyayê Kezwana ji 120 gundan pêk tê, di wan gundan de 72 komîn hene. Serjimêra şêniyên herêma Çiyayê Kezwana zêdetirî 50 hezar e. Du xetên bakur û başûr ên herêma çiyayê Kezwana hene. Çiyayê Kezwana bi darên xwe yên kezwana û çandina pembo dihat nasîn. Lê piştî dagirkeriya DAIŞ’ê darên herêmê piranî hatin birîn, ji sedê 50 gel koçî deverên din bû. Bi vê re jî avhewaya herêmê guherî, ev nêzî 8 salan e li herêmê baran nayê, dema ku tê jî ne di werza xwe de tê û zirarê dide herêmê. Ev hemû guhertin jî dibin sedema pirsgirêkên mezin ên jiyanî.

Me serdana herêma Çiyayê Kezwana kir û hinek pirsgirêkên sereke yên vê herêmê qeyd kirin. Pirsgirêkên sereke yên herêmê nebûna ava şîrîn, nebûna kar, xirabûna rêyan û nebûna derfetên tenduristiyê ne.

Ji sedî 90’ê ava herêmê tehl e

Me li ser pirsgirêkan bi hevserokê Şaredariya Çiyayê Kezwana Saleh Medîne Xilêf re hevpeyvînek pêk anî. Xilêf diyar kir ku her çendî piştî rizgarkirina herêmê jiyan vegeriyabe jî rewşa berê jî gelek pirsgirêk li pişt xwe hiştin. Yek ji pirsgirêkên sereke yên Xilêf bi me re parve kirin, nebûna avê ye. Herêma Çiyayê Kezwana herêmek çol e. Bi giştî li 2 herêmên wê ava şîrîn heye. Dema şaredarî bixwaze ji bo ava vexwarinê bîran bikole jî ava tehl derdikeve. Di dema rejîmê de jî bi stêrên avê av digihaşt herêmê. Wê demê serê bermîlê hezar lîreyên Sûriyeyê bû. Av niha ji herêma Til Temir tê, şaredarî 5 bermîlan bi hezarî dide gel. Xilêf destnîşan kir ku tenê 2 stêrên avê yên şaredariyê hene û wiha got: “Av ji dûrahiya 70 km tê ji herêmê re. Ji ber kêmbûna stêran av nagihîje hinek gundên dûr. Ew ji xwe re avê dikirin û 5 bermîl bi 5 hezaran dikirin. Tenê du gund bîrên ava şîrîn lê hene, ew jî têra herêma wan dike.” Ji ber kêmbûna avê bîrên tên kolan jî heta ji 70 metreyan kûrtir nebin av dernakeve, ji bo kolanê jî derfetên gel tune ne.” Xilêf anî ziman ku eger rêveberiya şaredariyan alîkariya wan bike û li herêmên ava şîrîn bîran bikolin belkî avê bigihînin hemû herêmê.

Şer û barana zêde rêyên herêmê xirab kirin

Yek ji pirsgirêkan jî xirabûna rêyên di nava gundan de ye. Hevserok Xilêf da zanîn ku di şer de piraniya rêyên herêmê xirab bûn, rêyên mayî jî ji ber barana îsal a di meha havînê de xirab bûn û wiha axivî: “Rêya di navbera bakur û başûrê Çiyayê Kezwana de, rêya di navbera Dêrazor, Raqa û Çiyayê Kezwana de hemû xirab bûne. Rêya Sebi Zilam ku 12 gundan digihîne hev, rûxiyaye, em nikarin stêrên avê bibin herêmê. Ji bo stêra avê bigihîje herêmê neçar e li dora rêyê bizivire û 25 km li ser rê dirêj dibe. Em wek Şaredariya Çiyayê Kezwana nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin, ji ber ku alav û erebeyên kar di destê me de tune ne. Me ji rêveberiya şaredariyan a Til Temir re ragihand lê heta niha tu bersiv nedane me.”

Odeya tenduristiyê heye, lê bijîşk tune ye

Yek ji pirsgirêkên sereke yên herêma Çiyayê Kezwana jî nebûna klînîk, bijîşk û dermanxaneyan e. Şaredariyê ji bo tenduristiyê odeyek di nava avahiya xwe de vekiriye, lê li herêmê bijîşk tune ne. Bijîşkên heyî jî ji ber dûrbûna herêmê nêzî 400 hezar lirayan dixwazin. Çiyayê Kezwanan 50 km ji Hesekê û 30 km jî ji Til Temirê dûr e, dema kesek nexweş dikeve heta digihîje nexweşxaneyê pir dem derbas dibe û kirêya rê jî digihîje 6 hezar lîreyên Sûriyeyê.

Hevserok Saleh Medîne Xilêf bang li rayedaran kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel ji wan re alîkar bin.