حركة المجتمع الديمقراطي

‘Alozî bi danûstandinên Sûrî-Sûrî çareser dibe‘

635

Cîgira serokê Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Kantona Şehbayê Ehlam Xidro destnîşan kir ku mudaxeleyên derve Sûriye xistine tuneleke tarî û got ku bidawîbûna aloziyê bi danûstandinên Sûrî-Sûrî pêkan e.

Cîgira serokê Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Kantona Şebayê Ehlam Xidro di hevpeyvîneke xwe de li gel ajansa me li ser girîngiya pêkanîna diyalogên Sûrî-Sûrî ji bo çareserkirina aloziya heyî destnîşan kir. Ehlam di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Aloziya Sûriyeyê ketiye sala xwe ya 8‘emîn. Di encama mudaxleyên derve de bûye meydana şerekî mezin ê navdewletî, Sûriye xistine tuneleke tarî, bi taybet piştî ku dagirkeriya Tirkiyeyê destek da komên çete.”

Ehlam da xuyakirin ku gelê Bakurê Sûriyeyê û Partiya Sûriyeya Pêşerojê piştgiriyê didin danûstandinên Sûrî-Sûrî û wiha pê de çû: “Em li dijî nîjadperstiyê ne, banga me  hevgirtin û yekitiya gelê Sûriyeyê li hemberî terorê ye.”

Ehlam di berdewama axaftina xwe de ev tişt diyar kirin: “Piştî ku gelê Bakurê Sûriyeyê kerwanek ji şehîdan da û welat ji çeteyan rizgar kir, zemîna diyalogan peyda bû, da ku xebatên çareseriya siyasî bêne destpêkirin.”

Ehlam Xidro vexwendina rêjîma Sûriyeyê ya ji bo MSD‘ê gaveke erênî ber bi çareseriya siyasî ve nirxand û wiha got: “Lihevkirina gelê Sûriyeyê bi danûstandinên niştimanî dûrî mudaxeleyên derve dê pêk werin.”