حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-ÇAND’ê hunermend Tîgran bibîr anî

725

Tevgera çandê TEV-ÇAND’ê, hunermendê Ermenî Aram Tîgran di 9’emîn salvegera wefata wî de bîr anî.

TEV-ÇAND’ê, bi boneya 9. Salvegera wefata Aram Tîgran peyamekî nivîskî weşand. Di peyamê de wiha tê gotin“Em careke din hunermendê Ermenî Aram Tîgran ku li penaberiyê ji dayik bû û li penaberiyê mir lê belê destûr nedan ku kula dilê wî li Amedê bê vaşartin, bi rêzdarî bibîr tînin.”

Aram Tîgran, 53 salên xwe yên muzikjeniyê de nêzî 500 stran hilberandin û şirove kirin. Aram tîgran, di komkujiya Ermeniyan a di sala 1915’an de ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatî kirin de ji bilî dê û bav, hemû xizmên wî hatibûn kuştin. Malbata wî ji ber kumkujiyê neçar mabû ku koçberê Qamişlo bike. Tîgran di sala 1934’an de li Qamişlo hate dinê û ji hêla malbateke Kurd ve hate xwedîkirin û li ser wesiyeta bavê xwe stranên kurdî gotin.

‘Aram Tîgran hunermendekî mezin ê Kurdî bû’

TEV-ÇAND’ê anî ziman ku wefata Aram Tîgran ji bo hunera kurdî windahiyeke mezin bû û wiha tê gotin, “ Lê belê bi berhemên ji me re hiştî, bi felsefeya xwe ya jiyanê ji bo nifşên nû mînakeke mezin e. Em bi vê wateyê mamosteyê mezin careke din bibîr tînin. Pêdiviya bi dilsoziya bîranîna wî re ew e ku em ala ji me re hiştî bilindtir bikin û wî nemir bikin. Bi vê boneyê em car din li ber bîranîna wî bejna xwe ditewînin û bi minet û rêzdarî bibîr tînin. Aram Tîgran hunermendekî mezin ê Kurdî bû.”

TEV-ÇAND’ê eşkere kir ku wê di 8’ê Tebaxê de Aram Tîgran li ser gora xwe were bîranîn û hemû hunermend vexwend bîranînê.