Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê di çalakiyeke taybet de li herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê yek ji çeteyên koma “Feyleq El-Şam” kuştin.
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê duh li herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê li dijî çeteyê “Feyleq El-Şam” a girêdayî artêşa tirk a dagirker bi navê “Mehmûd Ehmed Deban ê ji Idlibê” çalakiyek taybet pêk anîn. Di çalakiyê de çete Deban hate kuştin. Şervanên dîmenê çalakiyê weşandin.