حركة المجتمع الديمقراطي

Dirûzan peyama spasiyê ji QSD’ê û YPG’ê re şand

628

Serokatiya Giyanî ya Mezhebeke Îslamiyan a Yekgirtiyên Dirûz bi peyamekê spasiya YPG û QSD’ê kir ku êşa welatiyên Siwêda û malbatên kesên ku DAIŞ’ê revandine, bi xwe re parve dikin.

Nûnerê Serokatiya Giyanî ya Mezhebeyeke Îslamiyan a Yekgirtiyên Dirûz, Şêx Hikmet Selman El-Hicrî îro bi daxuyaniyekê bersiva daxuyaniya QSD’ê ya ku amadebûna xwe ji bo alîkariya bi welatiyên Siwêda re û însiyatîfa ji bo serbestberdana rehîneyên Siwêda da. Di daxuyaniya Serokatiya Giyanî de spasiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hate kirin. Daxuyanî wiha ye:

“Birayên hêja yên YPG’ê û QSD’ê,

Silav û rehmeta Xweda

Em wek Serokatiya Giyanî ya Mezhebeyeke Îslamiyan a Yekgirtiyên Dirûz aştiyê ji we re dixwazin û em wek welatiyên Siwêda bi mêr û jinên azadîxwazên xwe dilsoziya xwe bi we re radigihînin. Em hemû ji bo rûmetê di heman eniya têkoşînê de ne. Em ji heman bîra avê vedixwin û dewlika wê peyameke pêxemberan e.

Birayên hêja,

Tişta ku me li ser pêşî, serfirazî û dîroka we xwendiye dilê me ji ber dilsoziya we geş bûye. Tişta ku we duh di daxuyaniya xwe de girêdayî destdirêjî, kuştin û revandina welatiyên me vegotiye, dilsoziya we ji me re vedibêje.

Em hemû ji bo rizgarkirina Efrînê ji destên tirkan û qirêjiyên serdemê baldar in.

Helwesta we û pêşniyara we ya alîkariyê cihê serfiraziyê ye û sewaba wê ji Xweda tê wergirtin. Em li hemberî serfiraziya we ne matmayî ne, nemaze ji ber ku daxwaza we hevgirtina biratî û aştiyê ye.

Di dawiyê de em ji bo hewldanên we yên giranbuha spas dikin û em azadiya zarok û jinên ku rêxistina DAIŞ’ê revandine hêvî dikin. Em ji Xweda dixwazin ku hemû welatiyên Sûriyeyê yên hatine revandin û winda bûne azad bibin û di bin yek sîwana biratiya hemû mezheb û pêkhateyan de kom bibin. Em ji Xweda dixwazin ku hewldanên me û we yên ji bo vegerandina rehîneyan tacîdar bibin.

Em hemda xwe ji Xweda dixwazin.”