حركة المجتمع الديمقراطي

Desteya Rêveber a MSD‘ê bersiva rapora Mafên Human Rights Watch da

708

Desteya Rêveber a MSD’ê li ser rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Human Rights Watch ku tê de idia dikin, ku Yekîneyên Parastina Gel,  zarokên kampan leşker dike, bersîva da û wiha got:” tiştên ku di rapora çepemanî ya rêxistinê hatine gotin, ji bilî girtina hin tecawizên tekekesî û yên neberpirsyar ên ku tu eleqeya wan bi rêgez û stratijeya giştî ya MSD’ê re tune derbas nake û em tekez dikin dê em ê lêkolînan li ser vê idiayê bikin û zarokên ku hatine leşkekirin bi lez eger hatin isbatkirin veger

Daxuyaniya Desteya Rêveber a MSD’ê wiha ye :

“Di 3/8/2018’an de Rêxistina Mafê Mirovan a Human Rights Watch a Buroya Beyrûtê daxuyaniyek çepemenî li ser malpera xwe ya fermî belav kiribû. Rêxistinê di raporê de idiya dike ku tîmek girêdayî rêxistinê hevdîtin bi 8 malbatên ku li 3’ê kampên cude dimînin-li gorî idîaya wan-  gotin ku Yekîneyên Parastina Gel zarokan koçberan leşkerkirin dike.

Em wekî Desteya Rêveber a MSD’ê bi wê baweriyê hemû peymanên navdewletî yên girêdayî mafên mirovan ên giştî û bendên mafên zarokan û bi taybet benda tevlêkirina wan di şerên leşkerî de bi cih tînin,  ew ji rêgezên bingehîn ji peymana siyasî ya Kongreya Damezrîner a meclisê ye. Li ser wê em li dijî leşkerkirina zarokan sedem û bihana çi dibin bila bibin,  disekinin. Em tekez dikin ku tiştên di rapora çepemanî ya rêxistinê hatine gotin, ji bilî girtina hin tecawizên tekekesî û yên neberpirsyar ên ku tu eleqeya wan bi rêgez û istratijeya giştî ya MSD’ê re tune ye derbas nake û em tekez dikin dê emê lêkolînan li ser vê idîayê bikin û zarokên ku hatine leşkerkirin bi lez eger hate isbatkirin vegerînin malabtên wan û her wiha heseb ji kesên ku bûn sedema vê tecawizê bixwazin.

Ji ber wê em bang li rêxistin û saziyên navdewletî dikin ku ji bo xebatên mirovî bi MSD’ê re di nav danûstandinan de bin ta karibin pirsgirêk û tiştên ku şaş hatine naskirin derbas bikin û her wiha ji bo pêkanîna bergiriyên giştî yên mirovî li ser erdê.

Her wiha em tekez dikin em ê rêgezên mafên mirovan, zarok û jinê bi cihbînin. Û em ji bo danûstandin û hevkariyê bi hemû kesên ku doza mirovan nas dikin re vekirîne”.