حركة المجتمع الديمقراطي

Li Efrînê çete ola îslamê li êzidiyan ferz dikin

600

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên êzidî yên gundê Basûfanê neçar dikin ku zarokên xwe bişînin mizgeftan da ku dersên olê bibînin. Her wiha gelek şêniyên gund hatin binçavkirin ji ber ku fermanên çeteyan qebûl nekirin.

Li gorî çavkaniyeke ji gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku ketîbeya bi navê Feyleq El-Şam a girêdayî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên êzidî yên gund neçar dikin ku zarokên xwe bişînin mizgeftan da ku dersên ola îslamê bibînin.

Çavkanî destnîşan kir ku 2 welatiyên gund (A.S. û F.S.) ji ber ku fermana çeteyan qebûl nekir û red kir ku zarokên xwe bişînin mizgeftê, ji aliyê çeteyan ve hatin îşkencekirin.

Çavkaniyekî din ji gundê Kaxira yê girêdayî navçeya Mabata destnîşan kir ku çeteyên bi navê Ketîbeya El-Hemzat bi sêrkêşiya Ebû Emşa dibistana gund veguherandine dibistaneke şerî.

Her wiha çavkanî tekez kir ku çeteyan mala welatiyê bi navê Henan Erabo veguherandiye mizgeftê û li wê derê zarokan perwerde dikin. Her wiha çeteyan mala M.K. li aliyê başûrê gund şevê din rûxand.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê navenda Yekitiya êzidiyan a kantona Efrînê beriya 2 mehan teqand, her wiha peykerê Zerdeşt û hemû pirtûkên girêdayî ola êzdayetiyê şewitandin.