حركة المجتمع الديمقراطي

YPG’ê êrîşa li dijî gelê Suweydayê şermezar kir

645

Fermandariya Giştî ya YPG’ê têkildarî komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya 25’ê Tîrmehê ya li ser gelê Suweydayê daxuyaniyek nivîskî parvekir û êrîş şermezar kir.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya 25’ê Tîrmehê li ser gelê Suweyda ku têde 250 kes hatibû qetilkirin daxuyaniyek belav kir û sersaxî ji gelê Dûrzî re xwest û êrîş şermezar kir.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

“Di êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî gelê Suwêyda ya 25’ê Tîrmehê de zêdetirî 250 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes brîndar bûn. Her wiha bi sedan kes ku piraniya wan jin in ji alî DAIŞ’ê ve hatin revandin. Ev komkujiya ku êrîşên întîxarî yên li pey hev û gulebarana bêserûber pêk hat, ji alî me ve bi xemgîniyeke mezin hat dîtin.

‘RÛYÊ WAN Ê RAST DERKET HOLÊ’

Ev êrîş rûyê rast yê DAIŞ’ê careke din raxist holê û pêwîstiya tunekirina vê koma terorî bi awayekî vekirî derxist holê. DAIŞ hîn jî weke tehdîdeke li hember gelê Sûriyê û hemû Rojhilata Navîn hebûna xwe didomîne.

‘JI BO PARASTINA GEL HER DEMÊ EM AMADE NE’

Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG), hewldanên me yên domandina têkoşîna li hember DAIŞ wê ji her demê bêhtir bidome. Weke hêzên parastinê YPG-YPJ, şerê me wê li her dera ku terora DAIŞ’ê ketiye, bidome. Em biryardariya xwe ya parastina gelên Sûriyê ku gelê Durzî jî di nav de careke din diyar dikin û dibêjin ger pêwîstî hebe wê Yekîneyên Parastina Gel li her derê ji bo parastina gel amade be. Ev êrîş di nêrîna me de bi qasî êrîşeke li ser Cizîr û Kobanê giran û biêş e.

Em ji gelê Durzî re sersaxiyê dixwazin, kesên ku di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin.”