حركة المجتمع الديمقراطي

‘Opozisyon bûye mîna kesê ku newqî navê dibe‘

603

Nûnerê Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê ya Buroya navçeya Til Hemîsê Îd El-Hisên got: “Tirkiyê li gorî berjewendiyên xwe tevdigere, li gelek deveran opozisyon firot. Têkliyên opozisyon bi Tirkiyê mîna kesê ku newqî avê dibe û xwe bi pûşikekî ve dadilqîne, ew pûşik Tirkiyê ye kengî bixwaze wê bavêje.”

Nûnerê Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê ya Buroya navçeya Til Hemîsê Îd El-Hisên di hevdîtinekê li gel ajansa  ANHA‘yê re got: “Wekî tê zanîn ku hikûmeta Tirkiyeyê hewl dide serweriya xwe li ser herêmê feriz bike û serdema împratoriya Osmaniyan li ser hesabê gelê Bakurê Sûriyê ji nû ve vejîne, her wiha nasnameya gelan ji holê rake.”

Îd El-Hisên bal kişand li ser gefxwarinên dewleta Tirk ên li ser Minbicê û herêmên din ên Sûriyeyê û diyar kir ku gefxwarinên Tirkiyeyê bi armanca ku bal raya giştî ku ser binpêkirinên li Efrînê û sûcên wê yên li dijî gelê Sûriyeyê rake û ev tişt anî ziman:”Kiryarên ku Tirkiyeyê der heqê gelê Sûriyeyê de, ji koçberkirina û îşkencekirin, mîna li Efrîn, Cerablus û herêmên din ên Sûriyeyê pêk anîne nayên veşartin.”

El-Hisên her wiha got:”Tirkiyê bi baldarî rewşa Sûriyeyê dişopîne, bi taybet piştî hevsesngî û berjewendiyên dewletên herêmên hatine guhertin. Rêjîma Sûriyeyê bi hevkariya Sûriyeyê û hevalbendên wê, gelek herêmên ji opozisyonê kirin, êdî di destê opozisyonê de ti tişt nema ji bilê hin dever li başûrê Sûriyeyê.”

El-Hisên di nava axaftina xwe de got: “Tirkiyê li gorî berjewendiyên xwe tevdigere, baweriyê nade hevalên xwe, li gelek deveran opozisyon firot. Têkliyên Opozisyon bi Tirkiyê mîna kesê ku newqî avê dibe û xwe bi pûşikekî ve dadilqîne, Tirkiyê ew pûşike kengî bixwaze dikar wê bavêje.”

Îd El-Hisên îdiayên Tirkriyê ku dibêje ji gelê Sûriyeyê re xêrê dixwaze derewand û got, “Li Bakurê Sûriyeyê gel bi hemû pêkhateyên wê bi hev re jiyan dikin. Gelê Sûriyeyê xwedî şarestaniyeke kevnar e. Çawa tû tê me koçber dike û tu dibêje ku xêrê ji me re dixwaze . Nîşaneya vê yekê bilindkirina ala Tirkiyê li herêmên ku dagirkirin e.”