حركة المجتمع الديمقراطي

Kongreya Star banga rawestandina tundiya li ser jinên Efrînê kir

593

Rêxistina Kongreya Star a herêma Dêrikê der bare binpêkirinên çete û leşkerên artêşa tirk a dagirker banga avakirina komîteyeke lêpirsînê û rawestandina tundiya li ser jinê kir.

Rêxistina Kongreya Star a herêma Dêrikê di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava “Jin ji bo cîhanê serî hildin ” de li ser binpêkirinên çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker daxuyanî da. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên Kongreya Star ji aliyê endama kongre Meyada Necar ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de kiryarên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê, ji talankirina milkên sivîlan û guhertina demografiya Efrînê hate şermezarkirin û banga şandina alîkariyan ji bo şêniyên Efrînê yên li kampên Şehbayê li rxêistinên navdewletî hate kirin. Her wiha hate gotin ku jin, zarok û bi temen herî zêde parê ji pêkirinên dagirkeran digirin.

Di berdewama daxuyaniyê de bang li rêxistinên navdewletî hat kirin ku komîteyeke lêpirsînê li Efrînê ava bike da ku binpêkirinên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dijî sivîlan bi belge bike, her wiha banga rawestandina tuniya li ser jinê hate kirin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.