Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi armanca avakirina Meclisa Rûspiyan li taxa Şêxmeqsûd civînek li dar xist.
Avakirina Meclisa Rûspiyan bi armanca çareserkirina nakokiyên civakî û avakirina civakeke li ser bingehê jiyana hevbeş û biratiya gelan tê.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Rêveberê Buroya Rêxitinî ya MSD‘ê Bedran Hemo mekanîzmeya Meclisa Rûspiyan şîrove kirin.
Bedran destnîşan kir ku meclis ji 9 endaman ji hemû êlên taxê pêk tê.
Di dawiya civînê de hilbijartin hatin kirin, Şêx Ehmed El-Qureyşî wekî mûxatibê meclisê û Fatima El-Hesen û Xelîl Cafer ê ji Kurd, Cûma El-Hemdû ê ji êla Begara, Umer Mihemed El-Umer ê ji êla Demaxa, Ehmed Bekir ji êla Mardelî, Jorj ji Xiristiyan û Elî Zeydî ji malbata Beyanon û Xelef Îbrahîm ji malbata Benawî wekî endam hatin hilbijartin.