حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM: Banga xwerêxistinkirinê li gelê Êzidî kir

574

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera 4’emîn a qirkirina Êzidiyan daxuyanî da û bang li gelê Şengalê kir ku bi hêz û biryara xwe xwe bi rêxistin bikin. Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê destnîşan kir ku kesên li Şengalê komkujî pêk anîn heman kesên êrîşî Efrînê kirin

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî salvegera 4’emîn a qirkirina Êzidiyan daxuyanî da.

Daxuyaniya Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê wiha ye;

“Qirkirina Şengalê xaleke reş li eniyê mirovahî û tevahî cîhanê ye.  Bûyerên ku li Şengalê rû da berdewama xeta dewleta Tirk a li dijî gelê me ye. Kiryarên ku li Efrîn pêk hatin, komkujiyên li Şengal, Til Eran û Til Hasilê, her wiha êrîşên li ser Kobanê berdewama van komkujiyan e.

`yê Tebaxê salvager 4’emîn a Qirkirina Êzidiyan e ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku desteka xwe ji aliyên navdewletî digirin xwestin bi vê qirkirinê gelê Kurd ê sivîl ê ji baweriya Êzidiyan tune bikin û naxwazin ku hêviyên Kurd bi cih werin.

Di merheleya li pêş de ji me tê xwestin ku em xwe di her aliyan de pêş bixînin û xweparastin û rêbazê xweparastinê li Şengalê xurt bikin. Dijminên me hê jî li rêbazên komkujiyan digerin. Ji lewara pêwîst e ku projeyên pêxistina rêveberiya xweser û xweparastinê pêşkêş bikin.

Mafê gelê me yê Êzidî ye ku xwe li gorî van piransîpan bi rêve bibe û erka her kesî ye ku destekê bide.

Em wekî Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê hemû mirovên ku di Fermana 3’yê Tebaxê  li Şengalê şehîd bûne bi bîr tînin û hêzên berxwedêr YPG, YPJ û HPG’ê yên ku parastin kirin û banga gelê me yê Şengalê bi cih anîn silav dikin. Di vê salvegera bi êş a li djiî gelê me yê Şengalê pêk hatî, em bang li gelê me yê Şengalê dikin ku bi xurtahî xwe bi rêxistin bikin. Em piştgiriya gelê me yên Êzidî dikin ku rêveberî û biryara xwe ya xweser ava bikin.

Serkeftinên ku QSD’ê li djiî terorê bi dest xistine, serkeftina tevahî gelan e, her wiha serkeftina gelê me yê Êzidî, jin, zarok ên ku hatine revandin e. Erka tevahî cîhanê ye ku li dijî terorê bixebite û wê ji kokê rake û sînorekî ji qirkirinê re deynin. Di serî de divê xebata derxistina dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ji Efrînê girîng e. hebûna Tirkiyê li Efrînê binpêkirinên pîvanên navdewletî ye û pêşxistina projeya terorê li Sûriyeyê. Yên ku Efrînê dagirkerin heman kesên ku êrîşî Şengalê kirin û komkujî pêk anîn.”