حركة المجتمع الديمقراطي

El-Qeftan: Peywira Komîteyên hatine avakirin nirxandina sîstema rêveberiyê ye

558

El-Qeftan destnîşan kir ku peywira komîteyên hatine avakirin ew e ku sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin û sîstema Rêveberiya Herêmî ya rêjîma Sûriyeyê ku li gorî qanûna 107’an e pêk hatine, binirxîne.

Girêdayî helwestên der barê hevdîtinên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û şandeya rêjîma Sûriyeyê de û xebatên dema niha piştî van hevdîtinan û derfetên berdewamkirina van hevdîtinan Serokê Partiya Sûriye ya Paşerojê Îbrahîm El-Qeftan ji ajansa me ANHA’yê re axivî.

‘Peywira komîteyên hatine avakirin nirxandina sîstema Rêveberiyê ye’

Serokê Partiya Sûriye ya Paşerojê Îbrahîm El-Qeftan di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di hevdîtina me ya bi şandeya rêjîmê re li Şamê ciddîbûnek hebû, lê ne pêkan e encamên wê bêne piştrastkirin. Nirxandina van danûstandin dê bi riya komîteyên hatine avakirinê li ser erdê û erêkirina beşdaran diyar bibe. Niha em nikarin tiştekî piştrast bikin, lê em dikarin bêjin ku ceddîbûnek heye.”

El-Qeftan behsa komîteyên hatine avakirin û peywirên wan kir û wiha anî ziman: “Peywira komîteyên hatine avakirin nirxandina sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin û sîstema Rêveberiya Herêmî ya rêjîma Sûriyeyê ya li gorî qanûna 107, her wiha rêbazên pêkanîna nenavendiyê ya der barê vê mijarê de.”

El-Qeftan got ku ji destpêka damezrandina Partiya Sûriye ya Paşerojê ve wan diyaloga Sûrî – Sûrî ji xwe re esas wergirtiye û rêbaza herî guncaw a çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê ye.

Çareserî bi riya diyalogê di hundirê Sûriyeyê de ye

Girêdayî civîn û hevdîtinên li derveyî Sûriyeyê tên lidarxistin, nemaze civînên Astana ku toreya wê ya 10’emîn di 30-31’ê Tîrmehê de li bajarê Soçî yê Rûsyayê hatiye lidarxistin El-Qeftan wiha anî ziman: “Em ti girîngiyê nadin encamên Cinêv, Soçî yan Astana yan hevdîtinên li Riyadê yan li hin deverên din. Pirsgirêka li Sûriyeyê tenê dê di hundirê Sûriyeyê de were çareserkirin. Ji bilî diyaloga Sûrî – Sûrî ti çareserî peyda nabe.”

Girêdayî derfetên hevdîtinên din bi rêjîma Sûriyeyê re El-Qeftan eşkere kir ku piştî komîte hatin avakirin ku weke encameke destpêkê tê destgirtin û dilsoziyê îspat dike, hevdîtinên din dê bêne diyarkirin û hin mijarên din ku xizmeta hemû welatiyên Sûriyeyê dike û aloziyê çareser dike dê bêne gotûbêjkirin da ku lehiya xwîna welatiyên Sûriyeyê bête rawestandin.

Rêjîma Sûriyeyê di 26’ê Tîrmeha borî de Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û kesayetên siyasî yên Bakurê Sûriyeyê ji bo danûstandinên girêdayî paşeroja welat vexwendin bajarê Şamê.,