حركة المجتمع الديمقراطي

Nakokiya 7 salan dewam kir hate çareserkirin

640

Nakokiya ku 7 salan a di navbera malbatekî ji Kantona Kobanê û ya din ji Cizîrê çareser kirin hate çareser kirin.

Ji beriya 7 salan ve di navbera Malbata Mihemed Hebeş a ji êla Mûfî ya ji Kobanê û malbata Mihemed Umer Mihemed a ji herêma Dêrika ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê ji êla Xêrka de  nakokî derketibû, nakokî bû sedama kuştina ciwaneke ji malbata Hebeş, malbatê jî tola kurê xwe hildabû.

Komîteya Bilind a Lihevanînê ya herêma Firatê bi hevkariya Komîteya Lihevanînê ya herêma Cizîrê  rûniştina lihevanînê li navçeya Şêran a girêdayî kantona Kobanê li dar xist.

Di merasîmê de, rûspiyên êlên Kurd ên herêma Firatê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, TEV-DEM a kobanê, Meclisa Rûspiyan a herêma Cizîrê, nûnerên partiyên siyasî û endamên komîteyên lihevanînê yên her du kantonan amade bûn.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, bi navê Mecilsa Rûspiyan a herêma Cizîrê Şêx Sînan Ehmed, Hevseroka Meclisa TEV-DEM‘ê ya kantona Kobanê Eyşe Efendî û bi navê malbata Heso Axa yê ji êla Xêrka Wecîh Nayif El-Elî axivî.

Di axaftinan de hate gotin ku serkeftinên di Şoreşa Rojava de hatin bidestxistin  berhemên hevgirtina gelan û xwîna şehîdan ên ji hemû pêkhateyan e.

Hin ji kesên axivîne gotin, “Em îro li vir di bin konê biratî û lêborînê de kom bûne, em ê bi hev re sûriyeke azad û demokratî ava bikin.”

Her wiha hat gotin ku hin aliyên dijber her dixwazin di navbera pêkhateyan de fitin û fesadiyê derxînin û li hemberî van hewldanana banga hevgirtinê hate kirin.

Piştî axaftinan, belgeya lihevkirinê ya di navbera herdu malbatan ji aliyê endamê rêveber ê Komîteya Bilind a Lihevanînê ya herêma Firatê Bozan Muxtar ve hate xwendin. Piştre jî herp mabatan li hev hatin.