Şandeyek ji nûnerên Tevgera Famînist a Almanya serdana nûneretina Rojava ya li Başûrê Kurdistanê kir.
Şandeyeke ji nûnerên Tevgera Famînist a Almanya bi armanca piştgiriyê serdana nûnertiya Rojava ya li Başûrê Kurdistanê kir.
Şande ji aliyê nûnera Kongreya Star Cîhan Xelîl, nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Başûrê Kurdistanê Xewla Mustefa û endama nûnertiya Rêveberiya Xweser Silava Silêman ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de, rewşa jin li Rojava û Bakurê Sûriyeyê û serkeftinên ku di her qadan de di bin sîwana Kongreya Star de hate gotûbêjkirin.
Nûnera Kongreya Star Cîhan Xelîl sîstem û armancên Kongreya Star bi ferehî şîrove kir.
Her wiha her du aliyan li ser hevdîtinên MSD‘ê û rêjîma Sûriyeyê û encamên wî nîqaş kirin.
Endamên şandeya alman diyar kirin ku ew tecrîbeya li Rojava erênî dibînin û gotin ku ew pişgiriya tecrîbeyê û çalakiyên jinan bikin.