حركة المجتمع الديمقراطي

‘Tevlêbûna jinên ereb ji konferansê re balkêş bû′

636

Yek ji rêveberên Kongreya Star Eyhan Mûrad destnîşan kir ku tevlêbûna jina ereb ji yekemîn konferansê Kongreya Star a kantona Qamişlo re pir balkêş bû û ev yek jî tê wateya ku jin di hemû aliyan de ked dide da ku azadiya xwe bidest bixe û xwe ji zihniyeta desthilatdar rizgar bike.

Bi dûrişmeya “Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê şoreşa jinê bikin şoreşa civakî” yekem konferansa Kongreya Star li ser asta kantona Qamişlo hate lidarxistin. Di konferansê de Koordînasyona Kongreya Star a kantona Qamişlo hate hilbijartin.

Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên Kongrya Star Eyhna Mûrad ji ajansa ANHA`yê re axivî.

Eyhan got di şoreşa Rojava de jinê xwe di aliyê siyasî, civakî û leşkerî de bi rêxistin kir û xwe gihand astê pir pêşketî û hemû bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku ji bo azadiya jinê gelek têkoşîn kir, pêk hat.

Derbarî konferansê û encamê wê Eyhan diyar kir ku di koferansê de nîqaş baş ji bo avakirina kesayeta jinê hatin kirin, her wiha rexneyên hatin kirin rola wan di derxistina biryarên nû de hebû û ji aliyê beşdaran ve hatin erêkirin.

Eyhan li ser rola jina ereb di rizgarkirina wê ji ziheniyeta desthilatdar de ev tiş anî ziman:”Tevlêbûna jina ereb ji konferansê re pir balkêş bû. Ev yek tê wateya keda ku jin dike da ku xwe ji zilam û zorê û ziheniyeta desthilatdar rizgar bike.”

Eyhan diyar kir ku pêwîste hemû jin bi awayekî berfireh di aliyê siyasî, diplomasî, perwerde, aborî, civakî û çandî xwe bi rêxistin bikin da ku hemû mafên xwe nas bikin û bi taybet jinên ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin.

Eyhan tekez kir ku ew ê xwe bigînin hemû jinên ku heta niha jî di bin bandora urf û adatan de ne û ji bo rizgakirina wan ji zihniyeta desthilatdar a ku rola jinê di nava civakê de binpê kiriye û mafên wê winda kirine, kar bikin.

Di dawiyê de Eyhan got ew ê heta dawiyê li ser rêya pakrewanên ku ji bo azadiya jinê û bidestxistina mafên wê canê xwe feda kirin, bimeşin.