حركة المجتمع الديمقراطي

Serpêhatiya Apê Seydo yê Efrînî…

737

Leşker û çeteyên artêşa tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên ne mirovî li dijî sivîlên Efrînê didomînin, ji talankirin, revandin, lêdan ta îşkencekirina kesên bi temen. Serpêhatiya Apê Seydo  yê 83 salî û Ezedînê Moskê yê 95 salî mînakên ber bi çav ên van binpêkirinan e.

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wî piştî êrîşên dijwar ên li ser Efrînê û ku 20‘ê Çileya 2018‘an dest pê kir, di gel bêdengeya civaka navdewletî roja 18‘ê adarê de Efrînê dagir kirin.

Bi dijwariya êrîşan re, bi hezaran sivîl warê xwe terik kirin û gelek ji wan li warê xwe mam ta ku milkên xwe biparêzin.

Apê Seydo Arif Belo (83) yê ji gundê Dîkê yê herêma Raco yê kantona Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hate revandin û serpêhatiya xwe ji me re parve dike.

Apê Seydo dibêje ku li gel hemû gefên dagirkeran ku dixwestin wî ji warê wî derxînin, dev ji warê xwe berneda û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Dema ez li gundê xwe bûm, min nedikarî nêzî zeviyê xwe bibim. Çeteyan li min feriz kirin ku biçim navenda bajêr da ku belgeyên çinîna zevî bigirim.”

Apê Seydo roja ku bi sedan çete û leşkerên Tirk  di nava zeviyê wî de êrîşî wî kirin dike û wiha bi bîr tîne: “Dema berhevkirina mewsimê semaq bû, ez li nava zeviyên xwe dixebitîm, bi sedan çete li gel bi dehan leşkerê artêşa tirk, tevlî 50 erebe êrîşî min kirin û ez girtim. Çeteyek navî wî Mihemed, ji kurdên Efrînê hebû, ez li erdê rast kirim û ez kontrol kirim, 50 hezar û 50 lîreyên Sûrî, 800 lîreyên Tirkî û telefona min a destan birin.”

Apê Seydo dest nîşan kir çeteyan wê serî wî jêkiribana û ev tişt anî ziman, “Çete Mihemed kêreke tûjî anî, da ku serê min jê bike, bi tewanên derew ez tewanbar kirim, paşê ez li erebeya xwe siwar kirim û ez birim Gelî Tira, dûra jî min birin gundê Belîlko, 4 saetan ez li wî gundî hiştim, li wir jî 4 kesên din jî revandin, min ew nas nekirin, çavê me girti û em birin bargehekê li nêzî sûka gelerî ya herêma Racoyê.”

Apê Seydo dibêje ku çeteyan li wê pargehê ew lêdan kirin û vî tiştî tîne ziman, “Li vî pargehê, 8 kesên din ku hatibûn revandin hebûn. Di nav de Ezedîn Mihemed ê 95 salî yê ji gundê Moskê û keça wî bûn. Keça Ezedîn bi tenê li odeyê bû. Em du rojan li wê bargehê bûn bê xwarin û vexwarin û li aliyekî din em lêdan û îşkence dikirin. Piştî du rojan ez birim deşta gundê Belîlo, paşê jî qereqolekê li wir jî du rojan dest bi lêpirsînê kirin. Piştî lêpirsînê bi dawî kirin, ez birim bendeke kontrolê yên li Racoyê, xizmekî min hat û ez birim gund. Min tehemûl nekir, li ser vê yekê ez bi kurên xwe yên li Şehbayê re axivîm û 200 hezar ji wan xwest da ku ez pê biçim Şehbayê. Belê şandin û ez hatim Şehbayê.”