حركة المجتمع الديمقراطي

PADÊ`yê şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn

608

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) şehîdên Şengalê bi bîr anî û diyar kirin ku ew ê felsefeya Ocalan ji xwe re bikin esas û bi vê felsefeyê ew ê civakan azad bikin.

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) têkildarî salvegera 4’emîn a Qetlîama Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PADÊ şehîdên qetlîamê û şehîdên ku ji bo azadiya Êzidxanê canê xwe dane, bi hurmet bi bîr anî.

Di daxuyaniya PADÊ de ev tişt hatin diyarkirin:

“Hemû kes dizane sedema fermana 3’ê Tebaxa 2014’ê vekişîna hêzên Başûrê Kurdistanê bûn ku ji salên 1970’yî ve xwe weke parêzvanê civaka Êzidî bi nav dikirin û gelê me jî bawerî bi wan anî. Di dema fermanê de ev hêz ji Şengalê vekişiyan û rê nedan hatina hêzên HPG’ê yên ji çiyayên Kurdistanê bi hewara zarok û dayikên Şengalê hatin. Weke tê zanîn 12 gerîlayên HPG’ê ji çiyayên azad ên Kurdistanê xwe gihandin çiyayê Şengalê û karîn gelê me ji komkujiyek herî mezin biparêzin.

Beriya fermanê gelê me radestî DAIŞ’ê kirin, rê li pêşiya hatina gerîla ji bo Şengalê girtin. Çend gerîla ji aliyê wan ve hatin girtin. Nehiştin ev hêz pêş fermanê xwe bigehînin Şengalê. Rê nedan ku keç û xortên Şengalê ji bo parastina civaka xwe bikin perwerde bikin. Weke çawan îro hêzên YBŞ, YJŞ û Asayişa Êzidxanê xwedî li Şengalê derdikeve. Ligel hemû zehmetiyan hêzên Şengalê li ber xwe didin û civaka xwe ji êrîşên dagirkeran parastine. Ger pêşî li gerîla nehatiba girtin wê gelê me ev çend zehmetî nekişandiba.

Em soz didin gelê xwe heya ku zarokek me heye em ê li pêy doza xwe bin. Heya em tola dayik û xwişkên xwe nehilînin, em ê dest ji vê dozê bernedin. Em ê bi felsefeya Serokatî tevbigerin ya ku  civaka me ji fermanê rizgar kiriye.

Di heman demê de em bang li tevahî gelê Êzidî dikin ku 3’ê Tebaxê ji bîr nekin, di vê rojê de dakevin qadan û daxwaza mafê xwe bikin da ku ev ferman weke jenosîd bê qebûlkirin.

Weke tê zanîn niha li Iraqê bi hezaran kes daketine qadan û daxwaza xizmetguzariyê dikin. Lê mixabin ev 4 sal derbas dibin heya niha hestiyên zarokên me li qadan û gorên komî de mane. Heya niha gelê me weke tê xwestin daxwaza mafê xwe nekiriye. Ji ber ku hemû kes li hemberî zulma li ser civaka Êzidî ,bêdeng mane.”