حركة المجتمع الديمقراطي

Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Qamişlo hate hilbijartin

652

1.Konferansa Rêxistina Kongreya Star a Kantona Qamişlo bi biryaran û hilbijartina koordînasyona nû ya kongreyê bi dawî bû.

Xebatên 1.Konferansa Kongreya Star a Kantona Qamişlo ku vê sibehê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi dirûşemeya “Bi rihê Berxwedana Serdemê ev şoreşa jin veguherînin şoreşa civakî” dest pê kiribû bi biryaran  bi dawî bû.

Di konferansê de, pilansazî û biryarên 2 salên pêş hatin pêşkêşkirin. Ji wan; Piştgiriya berxwedana Efrîn berdewamkirin û bilindkirina têkoşînê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah, xurtkirina têkiliyên bi hemû beş û pêkhateyên Bakurê Sûriyê û pêşxistina qada doplomasî.

Di dawiyê de, ji bo hilbijartinên rêveber û komîteyên koordînasyona kongrê ya kantona Qamişlo dengdan dest pê kir. Li gorî piraniya dengan Ranya Remo, Zubeyda Elî, Rîhan Temo, Welîda Îbrahîm, Sena Xelîl, Şirîn Xelîl wekî rêveberên komîteyên koordînasyonê û Eyhan Murad, Mîdiya Mihmûd, Necah El-Qeso, Şaha Xelo û Munewer Xalihd wekî rêveberên koordînasyona Kongreya Star a Kantona Qamişlo hatin hilbijartin.

Koordînasyona nû sond xwarin ku ew ê riya şehîdan û xeta Netewa Demokratîk dan bişopînin.

Axaftina dawî ya konferansê ji aliyê Rêvebera Kongreya Star Henîfa Mihemed ve hate kirin. Henîfa spasiya beşdarên konferansê kir û konferans wekî gaveke mezin ber bi rêxistinkirina jin di her qadan de destnîşan kir.

Konferans bi qîrkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan û Azadî” bi dawî bû.