حركة المجتمع الديمقراطي

Yekemîn Konferansa Kongreya Star a Qamişloyê dest pê kir

708

Yekemîn Konferansa Kongreya Star li ser asta kantona Qamişlo bi dirûşma “Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê şoreşa jinan bikin şoreşa civakî” li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dest pê kir.

Piştî ku Kongreya Star a kantona Hesekê di 25`ê Tîrmehê de konferansa xwe li dar xist, îro jî Kongreya Star a kantona Qamişlo yekemîn konferansa xwe li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar dixe.

350 delege ji endamên Kongreya Star a kantona Qamişlo tev li konferasnê bûne. Konferans dê bi xwendina raporên 2 salan û nîqaşan berdewam bike. Paşê dê reşnivîs û pêşniyar werin pêşniyarkirin da ku plansaziya 2 salên pêş were derxistin. Di dawiyê de dê Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Qamişlo were hilbijartin.

Tê zanîn ku konferansên tên lidarxistin, di çarçoveya amadekariyên Kongreya Star ên kongreya giştî de ne.