حركة المجتمع الديمقراطي

Di teqîna li Basûtayê de 3 sivîl birîndar bûn

736

Hate ragihandin ku di teqîna li bajaroka Basûtayê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê de 3 sivîl birîndar bûn.

Çavkaniyan ji bajaroka Basûtayê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê ragihand ku li nêzî xwaringeha Nebayê ya ku çete lê bi cih bîne, bi motorsiklêteke bombebarkirî êrîşek pêk hat, di encamê de 3 sivîl birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan birîndar rakirina nexweşxaneya bajarê Ezazê, derbarê rewşa birîndaran agahî nehatin girtin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku teqîn ji aliyê çeteyên Furqet El-Hemzat ve hatî kirin.