حركة المجتمع الديمقراطي

Li Cindirêsê çeteyan zêdetirî 30 sivîl revandin, pere û zêrên sivîlan dizîn

671

Hat diyarkirin ku çeteyan li navçeya Cindirês û gundewarên wê zêdetirî 30 sivîl revandin, malên wan talan kirin û zêr û zîvên wan dizîn. Hate gotin ku ji bo kesên hatin revandin fidye tê xwestin.

Kiryarên çeteyên girêdayî dewleta tirk ên wekî dizî, talan, revandin û xwestina fidyeyê piştî dagirkirina Efrînê neqediyan û her ku diçe van kiryarên qirêjî zêde dikin. Lê her carê ji xwe re ji bo van kiryarên dijmirovî rêbazên cuda peyda dikin.

Çavkaniyekî ji herêmê ragihand ku çeteyan duh bi ser navçeya Cindirêsê û gundên wê de girt. Di ser girtina malan de bi hinceta di mala wan de zêr û zîv tune ye, ji bo ku fidyeyê bixwazin zêdetirî 30 kes revandin. Çavkanî destnîşan kir ku çeteyan di serdegirtina malan de dewam kir û ji gelek malan zêr û zîvên heyî dizîne.

Çavkanî, der barê rêbazên nû yên çeteyan ên dizî, talan û taybet jî piştî revandina kesan xwestina fidyeyê de jî ev agahî dan: “Çeteyan rêbazeke nû ji bo dizî, talan û xwestina fidyeyê ji xwe re peyda kirine. Sivîlên ku niha direvînin fotografên wan dikişînin û ji xizmên wan ên ku li Ewropayê bi cih bûne re dişînin û ji wan re dibêjin eger hûn dolar û euro ji me re bi rê nekin, em ê xizmên we bikûjin.”

Kî malan nîşanî çeteyan dide?

Li gorî çavkanî aşkera dike hin kesên ji Efrînê ku piranî endam an jî alîgirên ENKS’ê ne, didin pêşiya çeteyan û malbatên ku aboriya wan baş be, pere, zêr û zîvên wan hebin, an jî xizmên wan ên li derveyî welat (Ewropa) hene, nîşan didin. Çeteyên dewleta tirk a dagirker jî li ser nîşandana wan, diavêjin ser malan an kesan direvînin û fidyeyê dixwazin an jî rasterast dest datînin ser mal û pereyên wan. Hat destnîşankirin ku revandina zêdetirî 30 kesan û talan û diziya malan li ser vê rêbazê pêk hatiye.