حركة المجتمع الديمقراطي

MSD‘ê banga beşdarbûna xeta siyasî ya Sûrî- Sûrî dike

583

MSD‘ê bang li hêzên siyasî û demokratîk ên Sûriyê kir ku beşdarî çareseriya siyasî ya Sûrî- Sûrî bibin da ku karibin dawî li şer û tundiyê bînin.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) duh li avahiya meclisê ya navçeya Dirbêsiyê bi hêzên siyasî yên di bin banê meclisê re civiya. Paşê jî derbarê civînê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;

“Di civînê de mijarê hevdîtina Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi şandeya hikûmeta Sûriyê re li paytexa Şamê hate nîqaşkirin; Seroka şandeyê Îlham Ehmed navaroka û encamên hevdîtina bi şandeya hikûmetê re pêşkêş kir.

De civînê de partî û hêzên siyasî yên di bin banê MSD‘ê de girîngiya vê hevdîtinê wekî însyatîfa çareseriya siyasî tekez kirin, her wiha girîngiya berdewamkirina hevdîtinan li ser bingehekî xurt ku hemû aliyên siyasî û xizmetguzarî û hunerî eleqedar dike dest nîşan kir û wekî zemîna avakirina baweriyê di navbera herdu aliyan de dibînin ku karibe asyonê nû ber bi çareseriya siyasî ji bo tevahî Sûriyê veke.

Li ser vê esasî, em bang li hemû hêzên siyasî û demokratîk yên Sûrî dikin ku beşdarî xeta çareseriya siyasî ya Sûrî- Sûrî bibin û pêşbixînin, da ku bibin hêzên xurt û aktîv ku dawî li şer û tundiyê werîne û welat û gelê Sûriyê ji aloziya heyî xelas bike, her wiha nexşeriyeke ku welat ber bi Sûriyekne navendî û demokratîk ve bibe.”