حركة المجتمع الديمقراطي

Îlham Ehmed: Encamên hevdîtina yekemîn dê berdewama hevdîtinan diyar bikin

551

Hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed hevdîtina wan a bi rejîma  Sûriyeyê re erênî nirxand û wiha got: “Ne pêkan e em berdewamkirina hevdîtinan piştrast bikin, tenê piştî ku encamên hevdîtina yekemîn li ser erdê pêk werin”. Îlham Ehmed destnîşan kir ku tu rastiya gotegotên ku dibêjin dê herêmê radestî rêjîmê bikin tune ye û çareserkirina aloziya Sûriyeyê di destê welatiyên Sûriyeyê de ye.

Bi armanca nirxandina hevdîtinên di navbera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û rejîma Sûriyeyê de ajansa me ANHA’yê hevpeyvînek bi hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed re pêk anîn. Ehmed destnîşan kir ku wan li ser vexwendina rayedarên rejîma Sûriyeyê serdana Şamê kirine û ev serdana yekemîn a MSD’ê li Şamê ye û wiha got: “beriya hevdîtina li Şamê li Tebqayê di navbera nûnerên rêjîmê û MSD’ê de hevdîtin pêk hatin. Hevdîtinên li paytextê Şamê hevdîtina yekemîn di navbera MSD’ê û rejîma Sûriyeyê de bû.”

Îlham Ehmed di axaftina xwe de diyar kir ku di çarçoveya hevdîtina wan bi rejîma Sûriyeyê re gelek alî hewl didin gotegotan derxin û îdia dikin ku MSD dê herêmên rizgarkirî radestî rêjîmê bike. Îlham Ehmed got ku ev îdiayên van aliyan dûrî rastiyê ne.

Pirsgirêk ne tenê daxwaz in, lê belê girêdayî sîstema demokratîk di Sûriyeyê de ye

Îlham Ehmed di axaftina xwe de wiha anî ziman: “Rast e, em bi rejîma Sûriyeyê re civiyan, lê divê hem hemû hêviyên xwe bi van hevdîtinan ve girê nedin. Divê em ji bo pêşxistina rêbazên diyalogê bixebitin. Ji ber ku pirsgirêk ne tenê daxwaz in, lê belê girêdayî maf û sîstema demokrasiyê di Sûriyeyê de ye. Ev mijar kûr in û xwedî girîngiyeke mezin in. Divê rejîma Sûriyeyê li destûrê vegere, da ku hemû pêkhate û gelê kurd di Sûriyeyê de mafên xwe yên rewa wergirin.”

Îlham Ehmed got ku ne pêkan e di hevdîtinekê de aloziya Sûriyeyê were çareserkirin û wiha domand: “Di hevdîtinê de mijara sereke ew bû ku niyeta rêjîmê di diyalogê de heye ya na. Şandeya rêjîmê destwerdanên derve di Sûriyeyê de hincet girtin û xwe ji tawanbariya di aloziya Sûriyeyê de dûr xist. Me tu carî êrîşî rêjîma Sûriyeyê nekir, dema ku me êrîşî rêjîmê jî dikir me tenê mafê xwe yê parastinê bi kar dianî. Me tenê banga wergirtina mafên xwe dikir û di salên aloziya Sûriyeyê de jî me tenê herêmên xwe ji komên çete diparastin. Yek ji daxwazên me avakirina sîstemeke demokratîk bû. Di vê çarçoveyê de me hin gav ber bi sîstema demokratîk ve avêtin û em tê de bi ser ketin.”

Kilîta çareserkirina aloziyê di destê gelê Sûriyeyê de ye

Di berdewama axaftina xwe de Îlham Ehmed destnîşan kir ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve wan çareserî ji aloziya Sûriyeyê re pêşkêş kirine û hemû diyalogên ji bo bidawîkirina şer û aloziyê di Sûriyeyê de dê encamdar bin û eger rewşa Sûriyeyê wisa berdewam bike bêguman dê derbasî qonaxeke metirsîdartir bibe û dê parçe bibe.

Îlham Ehmed got ku wan bi rejîma Sûriyeyê re mijarên giştî yên wekî rêveberiyên xweser û xwebatên wê di birêvebirin û birêxistinkirina herêman de gotûbêj kirine û wiha aşkera kir: “Eger lihevkirinek pêk were komîteyên xebatê dê bêne avakirin. Li vir xaleke girîng heye, eger bi me re li hev nekirin, bêguman ev vexwendina wan ji me re tenê di çarçoveya propaganda û gotegotên radestkirina herêmên rizgarkirî de ye.”

Hevdîtina bi rejîmê  re erênî bû

Îlham Ehmed hevdîtina MSD’ê bi şandeya rejîma Sûriyeyê re erênî nirxand û wiha got: “Ne pêkan e em hêviyên xwe bi vê hevdîtinê ve girê bidin. Ev hevdîtin dê bibe destpêka çareserkirina hin pirsgirêkan. Bi taybet kilîta çareseriyê û hêza rasteqîn li ser erdê di destê me de ye.”

Girêdayî gotegotên hin dezgehên çapemeniyê ku îdia dikin ku rêjîma Sûriyeyê dê herêmên rizgarkirî radest bibe, Îlham Ehmed wiha anî ziman: “Ev dezgehên çapemeniyê yên van gotegotan belav dikin girêdayî hin aliyên herêmî ne û hewl didin tevliheviyê derxin û hin alî jî hewl didin derbasbûna rêjîmê li herêmên rizgarkirî rewa nîşan bidin. Ji ber vê yekê rêgirtina li pêşiya peydakirina çareseriyekê armanc dikin. Em piştrast dikin ku tu rastiya van gotegotan tune ye û tu guhertin di sîstema rêveberiyê de li herêmên rizgarkirî pêk nehatiye.”

Çareserkirina aloziyê girêdayî xwediyên wê ye û li derveyî welat nayê çareserkirin

Hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku encamên rasteqîn ên hevdîtina bi şandeya rejîma Sûriyeyê re dê berdewama hevdîtin û danûstandinan diyar bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê gelê me baş bizanibe ku em tu carî danûstandinê li ser mafên gel û pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê nakin û em ê bi hemû derfetan mafên pêkhateyan biparêzin. Çûna me ya Şamê di çarçoveya parastina mafan û peydakirina azadî û demokrasiya gelê me de pêk hat. Me ji şandeya rejîma Sûriyeyê re piştrast kir ku çareserî li ba me ye û ne li derveyî Sûriyeyê ye. Em xwediyên vê dozê ne, divê ji bo çareserkirina aloziyê li vî welatî em bi xwe li hev bicivin.”