حركة المجتمع الديمقراطي

Kongreya Star banga rizgarkirina jinên Siwêdayê ji destê DAIŞ’ê kir

587

Kongreya Star a Kantona Hesekê bang li civata navdewletî kir ku bi lez li hember çeteyên DAIŞ’ê bisekinin û jinên Siweydayê yên ku hatine revandin rizgar bikin. Her wiha soza berdewamkirina têkoşîn ta rizgarkirin hemû jinên Sûriyeyê dan.

Dehan endamên Kongreya Star a Kantona Hesekê li ber Navenda Kongreyê li taxa El-Nasra ya bajarê Hesekê kom bûn û ji bo şermezarkirina binpêkirinên çeteyên DAIŞ’ê der heqê jinên parêzgeha Siweydayê de daxuyanî dan û banga bi lezkirina rizgarkirina wan kirin

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Kongreya Star Evîn Paşo ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

“Bi belavkirina û bilindkirina deng û navê jinê di hemû aliyên siyasî, leşkerî û rêxistinê re, jin di her aliyan de rastî êrîşan hat. Di çarçoveya bûyerên ku li herêmê diqewimin û bandor li ser hemû pêkhateyan dikin, jin ya herî ku ji van bûyeran bandor dibin û encamên van bûyeran ji kuştî û zulimê heta revandinê bigire hil digire.

DAIŞ’a terorîst ji destpêka ku xwe ava kiriye hemû netew û olan hedef digire. Ji binpêkirinên wî yên herî dawî, di 25-7-2018’an de ku êrîşek berfireh li ser parêzgeha Siweydayê û gundewarên wê pêk anî. DAIŞ di êrîşên xwekuj de sedan sivîl di nav de jin û zarok qetil kirin. DAIŞ xwest bi riya van êrîşan ewlehî û aramiya herêmê hedef bigire û têkçûna xwe li Sûriye û Iraqê veşêre.

Ev êrîşa li ser Siweyadyê, êrîşên DAIŞ’ê li ser Kobanê keleha berxwedanê, revandina jinên Şengalê û binpêkirin û şêwazên wan der heqê jinên Êzîdî de tînin bîra mirov. Îro ev sînaryo der heqê jinên El-Siweydayê de dubar bû.

Em weke koordîneya Kongreya Star a Kantona Hesekê van êrîşan şermezar dikin û em sersaxî ji gelê Siweyadyê û tevahiya gelê Sûriyeyê re dixwazin.

Em bang li civata navdewletî dikin da ku bi erka xwe rabin û DAIŞ’ê tune bikin û hemû Jinên dirûz bi lez rizgar bikin. Em weke tevgerek jinê soz didin ku ji bo bidestxistina hemû mafên jinê û peydakirina jiyanek azad û rûmet têkoşîna xwe bidomînin”.