Bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Star a kantona Girê Spî bi sedan jin li dijî tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û banga azadiya Ocalan kirin.
Jinan li gel vekirina pankartên ” Azadiya Ocalan azadiya jinê ye û bi berxwedana jina azad Efrîn wê bi serkeve” ji çerxeriya Şaredariyê dest bi meşê kirin.
Meşa jinan di nava kolanên bejêr geriya û bê navber dirûşmeyên azadiya Ocalan beriz dikirin.
Meş li çerxeriya Qefes veguherî mîtîngê, li vir jî Rêvebera Kongreya Star Dîlan Hesen axivî û got ku berxwedana wan berdewam e ta Ocalan azad bikin.
Dîlan got: “Ocalan riya azadiyê nîşanî jinan kir, ji erka me ye ku em ji bo azadiya wî têbikoşin.”
Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Jolya Mehmûd jî axivî û ev tişt got: “Bi rihê berxwedana Avesta û Arîn em li hemberî dewleta tirk a dagirker bi serkevin û armancên xweyên jiyaneke azad û bi rûmet bi cih bînin.”
Ji aliyê xwe ve, Endama Meclisa Kantona Girê Spî Dicle Ehmed jî anî ziman ku bi firkê Ocalan jin ji bendên koletiyê azad bûne û got: “Divê em li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û AKP‘ê bisekinin û ji bo azadiya Ocalan têkoşîna xwe nesekinînin.î
Çalakî bi qîrkirina dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe û Jin, Jiyan û Azadî ” bi dawî bû.