Jinên Girê Spî bi meşekê banga azadiya Ocalan kirin

Jinên kantona Girê Spî bi dirûşma “Azadiya Ocalan azadiya jinê ye” daketin qadan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Star a kantona Girê Spî bi sedan jin li dijî tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û banga azadiya Ocalan kirin.

Jinan li gel vekirina pankartên ” Azadiya Ocalan azadiya jinê ye û bi berxwedana jina azad Efrîn wê bi serkeve” ji çerxeriya Şaredariyê dest bi meşê kirin.

Meşa jinan di nava kolanên bejêr geriya û bê navber dirûşmeyên azadiya Ocalan beriz dikirin.

Meş li çerxeriya Qefes veguherî mîtîngê, li vir jî Rêvebera Kongreya Star Dîlan Hesen axivî û got ku berxwedana wan berdewam e ta Ocalan azad bikin.

Dîlan got: “Ocalan riya azadiyê nîşanî jinan kir, ji erka me ye ku em ji bo azadiya wî têbikoşin.”

Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Jolya Mehmûd jî axivî û ev tişt got: “Bi rihê berxwedana Avesta û Arîn em li hemberî dewleta tirk a dagirker bi serkevin û armancên xweyên jiyaneke azad û bi rûmet bi cih bînin.”

Ji aliyê xwe ve, Endama Meclisa Kantona Girê Spî Dicle Ehmed jî anî ziman ku bi firkê Ocalan jin ji bendên koletiyê azad bûne û got: “Divê em li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û AKP‘ê bisekinin û ji bo azadiya Ocalan têkoşîna xwe nesekinînin.î

Çalakî bi qîrkirina dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe û Jin, Jiyan û Azadî ” bi dawî bû.

Check Also

‘Tunekirina terorê ne hêsan e lê hêzên me jêre amade ne’

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got  şerê tunekirina terorê ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *