حركة المجتمع الديمقراطي

YPG`ê derbeyên giran li dagirkeran xist, 11 leşker û çete hatin kuştin

659

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê diyar kir ku li Efrînê di encama çalakiyên ku şervanên YPG û YPJ`ê di 26-27`ê Tîrmehê li Efrînê lidar xistine, 11 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê hatin kuştin.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺDi çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me çalakiyên ku li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete didomînin, berdewam dike. Di vê çarçoveyê de di dîrokên 26-27’ê Tîrmehê de li Efrînê çalakiyên bi bandor ji alî yekîneyên me ve hatin lidarxistin.

1-Di dîroka 26’ê Tîrmehê de hêzên me, li ser rêya di navbera gundên Basilê û Gobelê yê girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de panzêrek hat îmhakirin û 5 leşkerên ku tê de hatin kuştin.

2-Di dîroka 27’ê Tîrmehê de yekîneyên me li navenda bajarê Efrînê li hember çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 5 çeteyên ku weke “Polîsên Leşkerî” kar dikirin û leşkerekî Tirk hatin kuştin.

3-Di heman rojê de hêzên me li ser rêya gundê Qeretepe ya girêdayî Efrînê çalakiyeke din lidar xistin. Di derheqê encamên çalakiyê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Bi çalakiyên ku hatine lidarxistin re, hejmara windahiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji destpêka êrîşên dagirkirina Efrînê heya niha gihîşt 2.538’an.ʺ