حركة المجتمع الديمقراطي

YPG: Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê lez da faaliyetên xwe yên kontra

531

Fermandariya Giştî ya YPG‘ê diyar kir ku Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê bi armanca xapandina gelê Efrînê û reşkirina tevgera hêzên wan lez da faaliyetên kontra.

Fermandariya Giştî ya YPG‘ê derbarê mijarê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî belav kir û bagn li gelê Efrînê û hemû raya giştî  kir ku li hember dek û dolaban hişyar û baldar bin.

Daxuyaniya Fermanariya Giştî ya YPG‘ê wiha ye;

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê lez da faaliyetên xwe yên kontra yên bi armanca xapandina gelê Efrînê û hewldanên xwe yên reşkirina tevgera me zêdetir kir. Artêşa Tirk a dagirker bi vê rêyê dixwaze dagirkeriya xwe ya ne rewa, rewa bide nîşandan.

Artêşa dagirker û komên çete yên pê ve girêdayî, li gel domandina dagirkeriya dermirovî ya li Efrînê, ji milekî de jî hewl didin gelê herêmê di bin zext û zordariyê de bigirin da ku bikaribin dagirkeriya xwe bi wan bidin qebûlkirin û rewa nîşan bidin. Artêşa Tirk a dagirker ya ku bi derewa ku “gelê herêmê di bin zextê de ye” dest bi êrîşan kir, ji bêdengiya navdewletî jî sûd wergirt û di pêvajoya derbasbûyî de her cûre sûcên mirovahî û sûcên şer pêk anî. Bi sed hezaran şêniyên herêmê ji cîhên xwe hatin derxistin, bi hezaran çekdar û malbatên wan yên ji her aliyê Sûriyê li Efrînê de hatin bicîhkirin, Efrîn vegerandin qada jiyankirinê ji bo bi dehan komên çekdar û cîhadî. Di rewşa heyî de bûyerên weke mirov revandin û qetilkirin ku di navbera van koman de dihat dîtin, bi awayekî rojane didome û her diçe zêdetir dibe. Gelê Efrînê û gundewarên wê, ruxmên hemû van polîtîkayên revandin, qetilkirin, tehcîr, paqijiya etnîk, talangerî û qirkirinê jî dagirkeriya ne rewa ya artêşa Tirk a dagirker nepejirandiye û li hember vê yekê sekna xwe ya berxwedêr domandiye.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê weke çareseriya dawî jî serî li rêya reşkirina destkeftiyên gelê me yê li Rojavayê Kurdistan dide û dixwaze van destkeftiyan di nêrîna raya giştî ya navneteweyî de reş bike. Bi vê armancê çeteyên dagirker di hundirê Efrînê de cilê şervanên me li xwe dikin û bi navê YPG zextê li ser gel dikin, mal û milkên wan talan dikin û faaliyetê kontra dimeşînin. Em bang li gelê xwe yê Efrînê û hemû raya giştî dikin ku li hember van dek û dolaban hişyar û baldar bin.

Em xwedî wê baweriyê ne ku wê li Rojavayê Kurdistan û li hemû Bakûrê Sûriyê gel wê li hember dagirkerên ku di dek û dolaban de bûne pispor hişyar bin. Em diyar dikin ku ev hewldanên qirêj wê bê bersiv nemînin.”